Çalakiya Konvedanê ya Tebqayê ya ji bo derxistina PKK’ê ji "lîsteya terorê" bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê, bi daxuyaniyekê çalakiya konvedanê ya bi armanca derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê" bi dawî kir û got: "Em ê heta pêkanîna vê armancê, însiyatîfên gelêrî berdewam bikin."

Çalakiya Konvedanê ya Tebqayê ya ji bo derxistina PKK’ê ji "lîsteya terorê" bi dawî bû
24 ÇILE, 2022   16:48
TEBQA

Daxuyanî bi beşdariya şênî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, saziyên sivîl û leşkerî hate xwendin.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Nesrîn Elî li pêşiya konê çalakiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Her kes dizane Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tevgereke şoreşger e û piştî dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hovîtrîn cureyên zilmê pêk anîn, da ku guhartina demografiyê li herêmê çêbike û gel qir bike, PKK’ê derket. Mînaka vê siyasetê jî gundên Amedê ne."

Ji lewma divê hemû keş û xortên welatê rojê û çi kesên baweriya wan bi fikirê azad û serkeftinê de heye di yek xendekê de kom bûn û piştre wekî bazan ber bi azadiyê ve li asîman Kurdistan û Rojhilata Navîn ve çûn. Lê dewleta Tirk jî şerê li dijî PKK’ê dest pê kir. Bi wê re erkeke bû ku parêzvanên vê partiyê parastina rewa li dijî zilmê pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk partî xist "lîsteya terorê" li ser vê yekê bang li dewletên ku Kurdistan û Rojhilata Navîn dagir kirine, dikin ku sînorekî ji hewldanên qirkirina tevgera şoreşger re deynin.

Her wiha hate eşkerekirin ku armanca dewleta Tirk ji xistina PKK’ê  di "lîsteya terorê" de ew e ku êrişên xwe  yên li dijî gelê Kurd rewa bike. Li aliyekî din jî cîhan tevahî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê dizane û bihîst û hate isbatkirin ku Tirkiyê destekê dide DAIŞ`ê, wê demê kî terorîst e û kê ji dêvla cîhanê li dijî terorê şer kir?

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê bi hemû awayan têkoşîna xwe heta pêkanîna armanca vê çalakiyê, berdewam bikin û bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka navneteweyî û azadîxwazan dikin ku navê partiyê ji "lîsteya terorê" derxin."

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê de, 22`yê vê mehê çalakiya konvedanê hate lidarxistin û banga derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" û rakirina tecîrda li ser rêber Ocalan hate kirin.

(eh)

ANHA