Rêveberiya Xweser alîkariyan ji koçberên taxa Xiwêran û Zihûr re pêşkêş dike

Saziyên Rêveberiya Xweser pêdiviyên pêwîst ji 65 malbatên ji taxên Xiwêran û Zihûr re pêşkêş kir ku ji taxên xwe koçber bûne. Her wiha eşkere kir ku ew amade ne malbatên din pêşwazî bikin.

Rêveberiya Xweser alîkariyan ji koçberên taxa Xiwêran û Zihûr re pêşkêş dike
24 ÇILE, 2022   13:55
HESEKÊ-MEHMÛD IBÊD

Di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê û belavbûna çeteyan di nav taxên Zihûr û Xiwêran de, şêniyên her du taxan ji ber tirsa sûcên çeteyên DAIŞ`ê ku welatî wek mertal bi kar anîn û gelek ji wan şehîd xistin ji malên xwe derketin.

Bi dehan malbat çûn taxên bakurê bajarê Hesekê. Li wir ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ên têkildar ve hatin pêşwazîkirin. Saziyan ji wan re pêdiviiyên pêwîst wek xwarin û vexwarin, cilên zivistanê li wan belav kirin.

Di vî warî de hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Samiye Ehmed got: “Ji ber êrişên DAIŞ`ê şêniyên taxên Zihûr û Xiwêran ji malên xwe koçber bûn. Me jî bi lez biryar da ku malbatên ku di holan û cihên din de bi cih bûne, kom bikin û cihekî ewle û germ ji wan re peyda bikin.”

Samye Ehmed diyar kir ku saziyên Rêveberiya Xweser cih ji bo koçberan amade kir, singer, batanî, sobe û cilûberg ji wan re pêşkêş kirin.

Samye Ehmed diyar kir ku gelek rêxistin û malbat û bazirganan bi dildarî û bi koordîneya saziyên Rêveberiya Xweser re alîkariyên mîna xwarin û cilûberg ji koçberan re pêşkêş kirin.

Samye Ehmed eşkere kir ku klînikeke gerok û embulansek hatiye hazirkirin da ku xebatên tenduristiyê ji koçberan re pêşkêş bikin.

Di dawiyê de Samye got: “Heta niha me 65 malbat (350 kes) pêşwazî kirine. Ji wan re hemû pêdiviyên bingehîn pêşkêş kirine. Duh gelek malbat hatin, em hewl didin ji wan re singer, batanî, şîrê zarokan û dermanan peyda bikin.”

(şx)

ANHA