QSD: 300 çeteyên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin

QSD'ê ragihand ku 300 çeteyên DAIŞ'ê yên ku di girtîgehê de bû, xwe teslîm kirin û çekên xwe radest kirin, her wiha 8 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

QSD: 300 çeteyên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin
QSD: 300 çeteyên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin
QSD: 300 çeteyên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin
QSD: 300 çeteyên DAIŞ'ê xwe teslîm kirin
24 ÇILE, 2022   14:31
NAVENDA NÛÇEYA

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî geşedanên dawî yên li Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5'ê sibehê girt ser avahiyeke girtîgeha ku çete tê de bûn, derdora 300 çeteyî xwe teslîmî hêzên me kirin.

Operasyon li gorî plana hatiye diyarkirin berdewam e.

Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyona lêgerînê li taxa Xiwêran û serdegirtina şaneyên terorîst ên ku hewl dan destekê bin çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehê de didomîne. Ji ber hebûna sivîlan di herêmê de ku şane li hin nuqteyan wan wekî mertal bi kar tînin, hêzên me bi hişyarî û baldariyeke mezin tevdigere. Di şerê li dijî şaneyan de, 8 çeteyên DAIŞ`ê kuştin.

Di şer de şervanekî me şehîd bû."

ANHA