Li Kerkûkê êrişa bombeyî: 4 polîs mirin

Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê li dijî polîsên Iraqê êrişeke bombeyî pêk hat. Hate ragihandin ku 4 polîs hatine kuştin.

Li Kerkûkê êrişa bombeyî: 4 polîs mirin
24 ÇILE, 2022   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, li nêzî gundê Albû Şahab ê navçeya Daqûqê êriş pêk hat.

Dema ku wesayîteke polîsên Iraqê derbas dibû teqîn pêk hat û 4 polîs hatin kuştin.

Rayedaran hînê li ser mijarê daxuyaniyek nedaye. Heta niha kesî berpirsyarî li xwe negirtiye.