Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê: Divê civata navneteweyî dosyaya DAIŞ`ê çareser bike

Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo çareserkirina dosyayên DAIŞ`ê, yan dadgeheke li herêmê ava bikin an jî wan vegerînin welatên wan. Her wiha bang li gel û hêzên nîştimanî kir ku piştgiriyê bidin Hêzên Ewlariya Hundirîn û QSD`ê.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê: Divê civata navneteweyî dosyaya DAIŞ`ê çareser bike
24 ÇILE, 2022   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê têkildarî bûyerên dawîn ên li girtîgeha Xiwêran daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşa hovane ya şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran, ku tê de zêdetirî 5 hezar terorîstên DAIŞ`ê hebûn, ne tenê ji aliyê van şaneyan ve hatibû plankirin. Li gorî mezinahiya êrişê û şopandina wê di ragihandina dewleta Tirk û hikumeta Şamê de, her wiha hemwextî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Eyn Îsa û Til Temirê, rastiya plana vê êrişê derdikeve holê. Armanca vê planê jî ew e ku derbeyekê li Rêveberiya Xweser bidin, ji nû ve DAIŞ`ê li herêmê vejînin û destkeftiyên ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin têk bibin.

Em weke Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê piştgiriya xwe ji hêzên rûmetê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk) re radigihînin. Em bang li gelê xwe û hemû hêzên niştimanî dikin ku ji bo aştî û azadiyê, xwedî li şervanên xwe, şehîd û birîndaran derkevin û  bêdengiya hin hêzên siyasî yên Kurd li hemberî vê êriş û planê şermezar dikin.

 Her wiha em bang li hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku erkên xwe bi cih bînin û çareseriyeke mayînde ji girtiyên DAIŞ`ê re ku di girtîgehên Rêveberiya Xweser de bibînin. An wan vegerînin welatên wan an jî dadgeheke navneteweyî li ser axa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin û piştgiriya leşkerî û siyasî ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin.

Her wiha divê hêzên navneteweyî zextê li dewleta Tirk ku piştgiriya terorê dike ji herêmên dagirkirî derxîne.

Komplo mezin e û hêzên ku ji DAIŞ'ê sûd werdigirin gelek in û armanc jî têkbirina tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Divê gelê me û hêzên siyasî li hember van hemû hêzên tarî bibin yek.”

(şx)