Partiya Sûriya Pêşerojê 2`yemîn kongreya xwe ya şaxê Reqayê li dar dixe

Îro li Reqayê bi dirûşma “Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û ne navendî, vîna me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiya me ne û partiya me hêviya me ye” 2`yemîn Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Reqayê li dar dikeve.

Partiya Sûriya Pêşerojê 2`yemîn kongreya xwe ya şaxê Reqayê li dar dixe
Partiya Sûriya Pêşerojê 2`yemîn kongreya xwe ya şaxê Reqayê li dar dixe
Partiya Sûriya Pêşerojê 2`yemîn kongreya xwe ya şaxê Reqayê li dar dixe
Partiya Sûriya Pêşerojê 2`yemîn kongreya xwe ya şaxê Reqayê li dar dixe
Partiya Sûriya Pêşerojê 2`yemîn kongreya xwe ya şaxê Reqayê li dar dixe
24 ÇILE, 2022   11:56
REQA

Beriya çend kêliyan, 2`yemîn Kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê li hola Mişwar a li ser peravên çemê Firatê dest pê kir. 290 delege û 150 mêvan tê de hazir in. Di nav wan de saziyên leşkerî û sivîl, kesayetên siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdar bûn. 

Di destpêka kongreyê de, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Şaxê Reqayê Mihyedîn El-Dêf axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. El-Dêf berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav kir û got: “Em soz didin ku wefedarên hêz û şehîdên xwe bin.”

Piştre endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxe Ebdî rapora siyasî xwend.

Di raporê de bal hat kişandin ser hewldanên hêzên ku mudaxeleya Sûriyê kirine û wiha hat gotin: “Ev hêz hewl didin li ser bingeha olî û taîfî herêmê parçe bikin da ku alozî berdewam bikin û bi hêsanî herêmê kontrol bikin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku Partiya Sûriya Pêşerojê di pêvajoya heyî de, gelek girîng e û bang li aktîfkirina rola partiyên li herêmê hat kirin.

Gelek peyamên pîrozbahiyê yên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqayê û Rêveberiya Xweser hatin xwendin ku hêviya serkeftinê ji kongreyê re xwestin.

Paşê dîwanek hat hilbijartin da ku kongre bi rê ve bibe. Dîwan ji Miwefeq Îsmaîl, Betûl El-Hesen û sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd pêk hat.

Sîham Dawûd axivî û got: “QSD`ê hemû komployên li dijî herêmê têk dibe. Em vê kongreyê diyarî wê dikin. Her wiha soz didin wan ku her tim bi wan re bin.”

Kongre li pêşiya dezgehên ragihandinê girtî berdewam dike.

(şx)

ANHA