MSD: Ne tiştekî ecêb e ku hikumeta Şamê parastina terorîstan dike

MSD`ê daxuyaniyên hikumeta Şamê şermezar kir û got: Tiştek ne xerîb e ku hikumeta Şamê wan terorîstan biparêze. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî cidîtir nêzî dosyaya terorê bibe.

MSD: Ne tiştekî ecêb e ku hikumeta Şamê parastina terorîstan dike
24 ÇILE, 2022   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bala Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) ji êrişan paşde bikişîne û rê li pêşiya revîna komî ya çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Sînaa ya li Hesekê veke, mîna li girtîgeha Ebû Xerîb a li Iraqê rû daye.

MSD`ê daxuyand ku girtina çeteyên DAIŞ`ê di girtîgeha Xiwêran de tiştek ne hêsan e û heta dewletên mezin nikarin vê yekê bikin, ji ber wê xwe dan alî, ev erk avêtin ser milê QSD`ê.

MSD`ê destnîşan kir ku gelek dewletan di sêrî de dewleta Tirk dev ji piştgiriya DAIŞ`ê bernade, ew bi çek kirin û li herêmên dagirkirî belav kirin û got: “Hedefgirtina girtîgehê, li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi desteka komên ji sînorên Iraqê hatine, hat plankirin. Ev delîl e ku DAIŞ ew herêm kontrol kirine ne weke ku tê idîakirin ku komên opozîsyonê lê serwer in.”

MSD`ê daxuyand li gel ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên revîne bi dijwarî şer dike, dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsayê topbaran dike da ku balê ji ser şerên li girtîgeha Sînaa rû didin bikîne û QSD`ê pê mijûl bike. Bi armanca ku rê li pêşiya revîna komî ya çeteyan veke vê yekê dike, mîna li girtîgeha Ebû Xerîb a li Iraqê rû daye.

MSD`ê diyar kir ku gelek alî mîna hikumeta Şamê û opozîsyona Sûriyê hewl didin bûyeran ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, ji ber wê yekê bûyerên li Hesekê rû didin bi sûcên şer ên li dijî mirovahiyê bi nav dikin û wiha domand: “Ev wesifandin ji bo wan derbasdar e. Hikumeta Şamê zêdetirî nîv milyon sûrî bi moşekan û bermîlên teqîner û di girtîgehên xwe de kuştin. Zêdetirî 10 milyon sûrî ji warên wan koçber kirin. Niha jî behsa gelê hevgirtî dike û bûyeran bi nijadperestiyê bi nav dike. li ser hikumeta Şamê ne xerîb e ku terorîstan biparêze ku hovantirîn sûc li dijî zarokan û sivîlan pêk anîn û hîna jî zarokan wekî mertal di girtîgeha Xiwêran de bi kar tînin.”

MSD`ê got ji bûyeran isbat dibe ku hîna xeteriya DAIŞ`ê bi dawî nebûye. Lê belê xeteriya wê her ku diçe zêdetir dibe û pêwîstî bi hevkariyeke navneteweyî ji her demê bêtir heye û ev bang kir: “Divê herêm ji cezayan were istîsnakirin û di warê aborî de piştgiriya wê were kirin, binesaziya wê were amadekirin û derfetên kar ji şêniyan re bên peydakirin da ku ji fikrê tundraw dûr bikevin. Divê civata navneteweyî bi awayekî cidîtir nêzî dosyaya terorê bibe, wan darizîne û ji nû ve perwerde bike.”

Her wiha MSD`ê bang li NY`yê kir ku hewl bide dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike, deriyên sînor ên fermî bi herêmê re veke da ku alîkariyên mirovî bigihêje herêmê.

Her wiha bang li endamên NATO, Rûsya û NY`yê kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sînorên Sûriyê û topbarana li ser herêmê rawestînin û got: “Divê civata navneteweyî piştgiriya herêmê bike da ku komên terorîst ji herêmên dagirkirî derxîne. Em bang li gelê Sûriyê yê azadîxwaz dikin ku li ber xwe bidin. Li rex QSD û hêzên ewlekariyê yên leheng bisekinin.”

(şx)

ANHA