​​​​​​​QSD`ê dorpêça li ser DAIŞ`ê di sûrên girtîgeha Xiwêran de tengtir dike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD`ê girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran ji derve kontrol kir. Gelek girtiyên DAIŞ`ê yên çek rakirine tevî çek xwe radestî QSD`ê kirin.

​​​​​​​QSD`ê dorpêça li ser DAIŞ`ê di sûrên girtîgeha Xiwêran de tengtir dike
24 ÇILE, 2022   09:10
HESEKÊ

Ev 4 roj li dû hev, şerên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên şaneyên DAIŞ`ê yên êrişkar de berdewam e.

Nûçegihanê me ji taxa Xiwêran ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD`ê derdora girtîgeha Sînaa kontrol kir û dorpêç li ser çeteyan tengtir kir.

Ji duh êvarê û heta vê sibê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi rêya hoparloran bang li çeteyan dike ku xwe radest bikin. Di wê çarçoveyê de gelek çeteyên êrişkar hewl didan birevin xwe radest kirin.

Niha QSD`ê pir bi baldarî û hesas nêzî çeteyan dibe, ji ber ku DAIŞ 700 zarokên "Eşbal El-Xîlafê" yên girêdayî xwe wek mertal bi kar tîne. Ev zarok di hundirê girîtîgehê de ji bo perwerdeyê di hucreyên cuda de bûn.

(şx)

ANHA