‘Çalakiya Sêmalkayê xeta xiyanetê eşkere kir’

Endamê komîteya amadekar a çalakiya Sêmalkayê Serbel Şêxmûs got çalakiya wan xiyaneta PDK`ê eşkere kiriye.

‘Çalakiya Sêmalkayê xeta xiyanetê eşkere kir’
24 ÇILE, 2022   09:13
QAMIŞLO - ÎSAM ABDULLAH

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê 111 rojan berdewam kir. Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê duh bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bi dawî kir û eşkere kir dê bi rêbazên din li deverên cuda çalakiya xwe li dar bixin.

Endamê komîteya amadekar a çalakiya Sêmalkayê Serbel Şêxmûs ji ajansa me re axivî û got: “Çalakiya me 111 rojan dewam kir û armancên ku dihatin xwestin, pêk anîn.”

Şêxmûs berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li Hesekê silav kir û spasiya hêzên Asayîşê kir ku di 4 mehan de çalakî parast. Her wiha spasiya hemû kesên tev li çalakiyê bûne, kir.

Şêxmûs wiha domand: “Çalakiyê xiyaneta PDK’ê eşkere kir. Pêwîstiya bidawîkirina xiyaneta hundirîn û meşandina têkoşînê li dijî wê teqez kir. Çalakiya me heta pêkanîna hemû armancên xwe dê bi rêbazên cuda berdewam bike.”

Di dawiyê de Serbel Şêxmûs got: “Daxwazên çalakgeran rewa û aştiyane bûn. Em dev jê bernadin. Têkoşîna me dê heta bidawîkirina çavkaniyên xiyanetê berdewam bike.”

(şx)

ANHA