Astana platformeke leşkerî bi maska siyasî ye

Organîzatorên Astanayê (Rûsya, Tirkiye û Îran) ji sala 2017`an ve navê "garantor" li xwe dikin, lê di rastiyê de wan herêmên Sûriyê kirin eniyên şer. Li gorî berjewendiyên xwe demografiya wê guhartin. Gel ji ber encamên civînên wan bi fikar in û dipirsin gelo dê di gerên pêş de çi li Sûriyê biqewime?

Astana platformeke leşkerî bi maska siyasî ye
24 ÇILE, 2022   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Rêzefîlma "Astanayê" bi dubarekirina trajediya reş ku ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve tê birêvebirin, berdewam dike û welat wêran kiriye. Gel koçber kir û di dawiya hemû civînan de idîa dikin ku ew banga yekitiya xaka Sûriyê dikin.

17 ger ji aliyê van dewletan ve hatin lidarxistin. Destpêkê ji 23-24`ê Çileya 2017`an ji bo nîqaşkirina aloziya gelê Sûriyê bêyî amadebûna xwediyên aloziyê hate lidarxistin. Lê armanca nîqaş û encamên wan eşkere bûn û ew jî berdewamiya lihevkirinên Rûsî–Tirkî bû.

Tevî ku her sê dewletan hewl da şêwazekî siyasî bidin van civînan, lê bi awayekî serkeftî şêwazê leşkerî derket pêş û tu çareserî ji bo rewşên siyasî û mirovî pêşkêş nekirin.

17 GER ÇAWA HATIN LIDARXISTIN Û ENCAMÊN WAN ÇI NE?

Gera yekemîn di 23-24`ê Çileya 2017`an de hate lidarxistin. Ew ger destpêkirina parçekirinê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bû. Ev jî piştî lihevkirinên 29`ê Kanûna 2016`an bû, çareseriyên ku tê de hatine pêşniyarkirin, xwespartina mînaka Helebê bû ku dewleta Tirk tê de komên çete yên girêdayî xwe firotin hikumeta Şamê û Rûsyayê. Di dawiya gera yekemîn de her sê aliyan avakirina mekanîzmaya sêalî ji bo şopandina pêkanîna agirbestê ragihand. Lê tişta ku ji bo wê li hev kirin, pêk nehat û şer û topbaranê berdewam kir.

Gera duyemîn di nîvê Sibatê de hate lidarxistin. Tevî ragihandina Rûsyayê ku di gera duyemîn de mekanîzmayeke xurt ji bo agirbestê hatiye avakirin, hêviyên vê civînê ji encama civîna beriya wê zêdetir bûn. Axaftin der barê bidawîanîna çeteyên Cebhet El-Nusra de li ser xaka Sûriyê, dihatin kirin. Lê ev yek ji ber desteka aliyekê "garantor" Tirkiyê pêk nehat.

Gera sêyemîn di nîvê Adara 2017`an de pêk hat. Di daxuyaniya dawî de hate destnîşankirin ku dewletên garantor li ser avakirina komîteyên şopandina agirbest û binpêkirinan, komîteyên girêdayî dosyaya alîkariyan, komîteyên dosyaya malbat û girtiyan li hev kiriye, her wiha li ser pêşniyara avakirina komîteya sazkirina destûra Sûriyê li hev kirine. Lê tu tişt li ser rûyê erdê nehat guhertin û kuştin, topbaran, şer û birçîkirin didome.

Gera çaremîn di destpêka Gulana 2017`an de pêk hat. Di encamê de lihevkirina li ser diyarkirina "herêmên bêçek" çêbû. Ew jî Idlib, Xûta Rojhilat, gundewarên bakurê Humsê û başûrê Sûriyê di nava 6 mehan de. Lê rijandina xwîna gelê Sûriyê dewam kir. Piştî gera 4`emîn ji Astanayê hemû eniyên şer li dijî hikumeta Şamê û bi fermanên dewlera Tirk hatin rawestandin. Bi vê yekê hêzên Şamê û Rûsyayê ji bo serweriya li ser her çar "herêmên bêçek" hatin erkdarkirin. Kontrolkirina wan herêman bê navber dewam kir. Paşê çeteyên ku red kirin belgeyên radestkirinê îmze bikin, veguhastin Idlibê ku di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de ye, ku di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye.

Gera 5`emîn di destpêka Tîrmehê de hate lidarxistin. Ew ger hate bidawîkirin bêyî ku belge werin îmzekirin. Lidarxistina lihevkirinên der barê avakirina 3 “herêmên bêçek" li parêzgeha Idlib, Humis û Xûta Rojhilat bi awayekî demkî hate taloqkirin.

Gera 6`emîn di nîvê Îlonê de bû. Di vê gerê de berjewendiyên dewletên garantor pêk hatin. Rûsyayê êrişên komên çete li ser Şamê sivik kirin. Bi vê yekê Şamê destek da ku herêmên nû vegerîne û dorpêçê li herêmên din ferz bike, şêniyên wê birçî bike û çeteyên di wan de xwe radest bikin.

Gera 7`emîn di 30`ê Cotmeha 2017`an de hate lidarxistin. Ev ger bi dawî bû bêyî ku tu encaman bi dest bixe. Aliyên ku beşdar bûbûn, negihaştin tu erêkirinê der barê serbestberdana girtî û pevguhertina girtiyan de da ku alîkariyan bi awayekî domdar bigihînin niştecihên herêmên dorpêçkirî.

Gera 8`emîn di 21`ê Kanûna 2017`an de hate lidarxistin. Di encama wê de dema lidarxistina civîna Soçiyê li Rûsyayê hate diyarkirin. Di vê gerê de dewletên sponserên Astanayê girîngî dan nêzîkbûna nerînên drebarê xetên qalind ji bo însiyatîfa Rûsyayê da ku bibe alternetîfa platforma Cinêvê.

Dewleta Tirk ev civîn keysbaz kir da ku Efrînê bi rêya lidarxistina peymanan bi Rûsyayê re dagir bike. Xûta Rojhilat ji çeteyên dewleta Tirk hate valakirin da ku ji dewleta Tirk qebûl bikin ku Efrînê dagir bike.

Gera 9`emîn di 14`ê Gulana 2018`an de hate lidarxistin. Di vê gerê de her sê "garantoran" di dawiya gerê de daxuyaniyek hevbeş da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo berdewama xebatên hevbeş ji bo pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê 2254’an, destekdayîna pêkanîna pêşniyarên Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyê li Soçiyê amade ye. Rûsyayê jî dest bi propagandaya ji reşnivîsa destûra ku pisporên rûsî nivîsandine, kir.

Gera 10`emîn di 30`ê Tîrmeha 2018`an de hate lidarxistin. Di vê gerê de her sê dewletên "garantor" ku destwerdana Sûriyê kirine, li hev kirin ku alîkariya gelê Sûriyê bikin da ku civaka Sûriyê vegere jiyana xwe asayî û dest bi diyalogan bikin da ku alîkariya koçber û penaberan bikin ku vegerin cih û warê xwe, lê tiştek jî pêk nehat, berovajî wê kuştin, wêrankirin û koçberiyê dewam dike.

Gera 11`an di 28`ê Mijdara 2018`an de hate lidarxistin. Ev ger ne gihaşt tu encaman. Diviyabû ku wan aliyan avakirina komîteya destûrê nîqaş bikira, lê diyalog di destpêka wê de ji ber nakokiyên di navbera Rûsya û nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê James Jeffrey de bi bin ket.

Gera 12`an di 25`ê Nîsana 2019`an de pêk hat. Di vê gerê de hikumeta Şamê diyar kir ku ew ê operasyoneke leşkerî li dijî Idlibê ku çete ji tevahî Sûriyê lê kom bûne, li dar bixe.

Gera 13`an bi daxuyaniyekê mîna yên berê bi dawî bû bêyî ku tu biryarên berbiçav girêdayî pêşketina dosyaya komîteya destûrê were bidestxistin. Daxuyaniyên dijber ji aliyên beşdaran ve der barê pêkanîna wê de hatin kirin. Nakokiyên di navbera Rûsya û Îranê de der barê beşdarbûna Rûsyayê ji civîna ewlehiyê ya li Qudsê di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de û erêkirina berdewama derbeyên Îsraîlê li ser baregehên Îranê di hundirê xaka Sûriyê de, zêde bûn.

Gera 14`an li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan bi dawî bû, bêyî ku tu tiştên nû bi xwe re bîne, ji bilî dijminatiya Kurdan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Gera 15`an di 23`yê Nîsana 2020`an de hate lidarxistin. Kesên beşdar wek her carê di piraniya civînan de daxuaniyek der barê rewşa bakurê rojavayê Sûriyê de dan.

Gera 16`an di 7-8`ê Tîrmeha 2020`an de hate lidarxistin. Tê de daxuyaniyek ji yên berê ne cudatir hate dayîn û behsa berjewendiyên her sê dewletan li Sûriyê hate kirin û êrişî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Gera 17`an di 21`ê Kanûna 2021`an de hate lidarxistin. Daxuyaniya dawî ji gera 17`an re ji aliyê Rûsya, Tirkiyê û Îranê ve der barê Sûriyê de ji yên berê ne dûr bû. Tê de behsa yekitiya xaka Sûriyê û serxwebûna wê hate kirin û êrişî tecrubeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Gera dawîn a Astanayê bi êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate lidarxistin. Eniyên şer li Til Temir û Zirganê bi awayekî dijwar hatin topbarankirin, her wiha bi balafirên bêmirov êrişî Kobanê hate kirin û di encama wê de şehîd û birîndar ji welatiyan çêbûn. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyên neyînî der barê Rêveberiya Xweser û Kurdan de dan.

‘PLATFORMA KOORDÎNEKIRINA BERJEWENDIYÊN DEWLETÊN GARANTOR’

Têkildarî mijarê mûxalifê sûrî Xeyas Niêse ji ANHA`yê re wiha axivî: "Eşkere bû ku civînên Astanayê ji bo birêxistinkirina têkilî û hebûna Rûsya, Îran û Tirkiyê li Sûriyê ye. Tişta ku hate kirin û tê kirin di vê çarçoveyê de cureyek ji siyaseta dan û standinê ye. Bê guman tişta ku Astanayê bi rê ve dibe berjewendiyên wan dewletan e, ne pêdivî û berjewendiyên gelê Sûriyê ne."

Xeyas Niêse wiha domand: "Astana platforma koordînasyona leşkerî û siyasî di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de ye. Ji bo xêzkirina siyaseta xwe û erêkirina di hundirê Sûriyê de dixebite. Bi vê yekê heger ev platform bimîne ev heta asteke mezin tê wateya ku tişta ku her yek ji wan li Sûriyê dike bi erêkirina aliyê din e. Her wiha Astana jî ji bo kêmkirin an jî rêvebirina nakokiyên xwe, dixebite."

Têkildarî tişta ku vê civînê ji gelê Sûriyê re anî Niêse wiha got: "Vê civînê ne ji gelê Sûriyê û pêşeroja wê re û ne jî ji pêşeroja xaka Sûriyê re, tiştekî erênî neanî. Ji ber ku Astana nêzîkî Desteya Erkanê ya hevbeş di navbera her sê dewletan de ye. Ji ber wê jî ne dûr e ku daxuyaniyên van civînan gef û şermezarkirina her aliyekî sûrî ku dûrî xwesteka wan be."

Girêdayî sedemên gefa van dewletan ji Rêveberiya Xweser re Niêse ev tişt anî ziman: "Ji ber Rêveberiya Xweser xwedî hebûneke niştîmanî ya sûrî ye. ango encama têkoşîna gelê Sûriyê ye û dixwaze yekitiya welat li ser esasê avakirina sîstemeke demokratîk ne navendî li Sûriyê û bi rêveberiyeke serbixwe pêk were. Ji ber wê yekê her tim êrişî projeya Rêveberiya Xweser dikin. Ji ber ku ew projeyeke serbixwe, niştîmanî û demokratîk ji tevahî gelê Sûriyê re ye."

‘ÇARESERÎ XURTKIRINA RÊVEBERIYA XWESER E’

Girêdayî gerên pêş Niêse ev tişt got: "Tiştekî nû dê ji civînên Astanayê, ji bilî berjewendiyên Rûsya, Tirkiyê û Îranê, dernekeve. Heke berjewendiyên wan li Sûriyê di kêliyekê de li hev bikeve dê tu pêşketin çênebin. Tişta ku bihêle ev civîna wan vala derkeve xwedîderketina gel li projeya Rêveberiya Xweser e û ew kirina têkoşîna hemû gelê Sûriyê ji bo serxwebûn û rizgarkirina ji desthilatdarî, dagirkerî û edaleta civakî ye."

Xeyas Niêse bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rola Hêzên Sûriya Demokratîk ku xwedî îradeyeke serbixwe ne û xwe dispêrin Rêveberiya Xweser, di aliyê civakî û demokrasiyê de, dikare gelê me ji destê dagirkeran rizgar bike."

(bx)

ANHA