​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Herîrî îro helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinan eşkere dike

Rojnameyên erebî têkildarî hewldanên El-Debîbe ku ji erka xwe neyê dûrxistin, çarenûsa hilbijartinên Lubnanê û destpêkirina operasyonekê li Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ`ê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Herîrî îro helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinan eşkere dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Herîrî îro helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinan eşkere dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: El-Herîrî îro helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinan eşkere dike
24 ÇILE, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

`EL-DEBÎBE HEWL DIDE JI ERKA XWE NEYÊ DÛRXISTIN`

Girêdayî rojeva Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ebdulhemîd El-Debîbe serokê hikumeta Wehde hewl dide xwe ji hewldanên dûrxistina wî ji hikumetê û avakirina hikumeteke nû, dûr bixe. Bi vê yekê dixwaze biryara taloqkirina hikumeta xwe betal bike ku tê payîn îro parlamento biryara wê bide.”

El-Debîbe bi rêya kanala parlamentoya Lîbyayê got: “Gelek hewl didin bi rêya qanûnên hilbijartinan temenê aloziyê dirêj bikin ku maf dide hinekan û nahêle hinek din tev li hilbijartinan bibin.” 

Her wiha hewldanên dirêjkirina aloziyê, binpêkirina vîna gel, astengkirina hilbijartinan rexne kir û bang kir ku li gel destûreke rasteqîn ku rewabûna xwe ji gel digire, derfet ji gel re bê dayîn da ku biryara xwe bide û kesên dixwaze hilbijêre.

Şêwirmenda NY’yê ya kar û barên Lîbyayê Stephanie Williams careke din destnîşan kir ku divê nêrîna 2.3 milyon lîbyayiyan di ber çavan re were derbaskirin. Divê hilbijartin di çarçoveya ku nexşerêya Kombûna Siyasî ya Lîbyayê de hatiye danîn, li dar bikevin.”

`BOYKOTKIRINA HILBIJARTINAN DÊ RÊ LI BER DERENGXISTINA WAN VEKE`

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Lubnanî, bi taybet sûnnî li benda axaftina serokê Şepêla Pêşerojê Seed El-Herîrî ne ku dê îro helwesta xwe ya hilbijartinan diyar bike. Gelek aliyên nêzî El-Herîrî dibêjin El-Herîrî dê hilbijartinan boykot bike.

Boykotkirina hilbijartinan ji aliyê Şepêla Musteqbel ve, tê wateya dûrketina taîfeyeke sereke ji qada siyasî ku dê encamên wê li ser hilbijartinan û hikumetê gelek bin.”

`LI DIYALA YA IRAQÊ OPERASYONEKE BERFIREH LI DIJÎ DAIŞ`Ê`

Der barê Iraqê de rojnameya Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Fermandariya Operasyonên Diyalayê ya Iraqê duh ragihand ku operasyoneke berfireh li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Hewza El-Azîm daye destpêkirin.

Operasyon dê li sînorên di navbera Diyala, Selahaddîn, Samarayê de tevî piştgiriya balafirên şer û hêzên hewayî pêk were. Operasyon ruxmî sermayê û şert û mercên dijwar dê berdewam bike.”

(şx)