Azad Hisên: Divê sînorek ji aliyên ku destekê didin DAIŞ'ê re were danîn

Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên diyar kir ku di navbera gelek aliyên ku hewl didin DAIŞ’ê zindî bikin de koordîne heye û bang li welatan kir ku li dijî kesên ku piştgiriyê didin çeteyan tevbigerin.

Azad Hisên: Divê sînorek ji aliyên ku destekê didin DAIŞ'ê re were danîn
24 ÇILE, 2022   02:50
ŞENGAL- SÎPAN SILO

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji 20’ê Çileyê ve ji bo revandina  girtiyên xwe, êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kir, di heman demê de gundewarên navçeya Eyn Îsa û Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin. Piştî rojekê jî balafirên bê mirov ên biçek ên dewleta Tirk li Geliyê Şîlo yê Şengalê 2 wesayîtênYBŞ'ê yên bombebaran kirin, di encamê de şervan û fermandarekî YBŞ'ê şehîd bûn û du jî birîndar bûn.

Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên di hevpeyvînekê de ji ajansa me re diyar kir ku êrişên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ'ê ji hev ne cuda ne û got, koordîneyeke xurt ji bo yek armancê heye da ku DAIŞ'ê zindî bikin planan li dijî gelên herêmê pêk bînin.

Têkildarî êrişên li ser Şengalê Hisên got: "Berî ku em behsa Şengalê bikin, divê em behsa rewşa siyasî û leşkerî ya Iraqê bikin. Parlamentoya Iraqê piştî gelek nakokiyên di navbera aliyên siyasî de, serokê parlamentoyê hilbijart. Di aliyê leşkerî de, şaneyên DAIŞ'ê li nav axa Iraqê digerin û êrişan parêzgehên Iraqê dikin û kuştî di nav refa artêşa Iraqê de çêdibin. Ji ber vê yekê di rewşeke wiha de, Iraq dixwaze di warê siyasî, leşkerî û dîplomatîk de xwe bi hêz bike, di heman demê de çend hêzên derve, bi taybet Tirkiyê, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Iraqê pêk bîne."

Çend roj berê artêşa Iraqê gef li Asayîşa Êzidxanê xwaribû ku navenda xwe ya li navçeya Sinûnê ji wan re vala bike  û gotibû heger navend neyê valakirin dê bi hêzê vala bike.            

Têkildarî mijarê Hisên wiha diyar kir: "Roja 21'ê Çileyê saet derdora 14:50'î de balafirên Tirk Geliyê Şîlo bombebaran kirin. Beriya wê bi rojekê çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha li Hesekê kirin. Ev yek jî diyar dike ku di navbera dijminên gelên herêmê yên ku li dijî terorê şer kirine de koordîneyeke zelal heye."  

Hisên wiha lê zêde kir: "Bûyerên li Hesekê diqewimin, êrişên li ser Şengalê, gundewarên Til Temir û Eyn Îsayê û hedefgirtina wesayîteke Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ya ku ber bi Hesekê ve diçû, nîşaneya planên ku hewl didin DAIŞ'ê zindî bikin bi planeke zelal a Tirkiyeyê."               

Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî hewldanên zindîkirina DAIŞ'ê ku gefê li tevahiya cîhanê dixwe, rexne kir.

Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên wiha bi dawî kir: "Civaka navneteweyî ji metirsiya DAIŞ'ê berpirsyar e. Divê dewlet li dijî kesên ku piştgiriyê didin çeteyan tevbigerin û dawî li van êrişan bînin."

(dx)

ANHA