Aram Hena: DAIŞ piştevaniya leşkerî ji herêmên dagirkirî werdigire

Berdevkê QSD’ê Aram Hena da zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê yên êrişî girtîgeha Xiwêran kirine, piştevaniya leşkerî ji herêmên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin wergirtin û soza parastina ewlehiya herêmê û şêniyan da.

Aram Hena: DAIŞ piştevaniya leşkerî ji herêmên dagirkirî werdigire
24 ÇILE, 2022   00:38
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êvara pêncşema borî bi rêya erebeyên bombabarkirî êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kir. Piştre şaneyan hewl da derbasî girtîgehê bibin da ku zêdetirî 5 hezar girtiyên DAIŞ’ê birevînin. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser destwerdan kir, ku rewşê kontrol bikin.

Hemwextî êrişên li taxa Xiwêran dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser herêmê berdewan dike. Her wiha balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker erebeya leşkerî bombebaran kir ku ji bo piştevaniya hêzên QSD û hêzên ewlekariyê diçû taxa Xiwêran.

‛EM DIXWAZIN ÊRIŞKARAN ZINDÎ BIGIRIN’

Têkildarî mijarê berdevkê QSD’ê Aram Hena wiha got: "Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst bi erebeyên bombebarkirî êrişî girtîgeha Sînaa kir, hemwextî êrişan isyaneke li hundirî girtîgehê û rewşên tevliheviyê çêbûn. Hêzên me yekser destwerdan kir ku derdora girtîgehê dorpêç bikin û nehêlin girtî birevin. Di encamê bersivdana êrişan de, çeteyên êrişkar revîn taxa Zihûr a nêzî girtîgehê û sivîl wek mertalên zindî bi kar anîn. Vê yekê hinekî hêzên derengî xist. Ji ber ku me tevahî tedbîrên guncaw ji bo ewlehiya sivîlan girtin û em bi israr in terorîstên reviyane zindî bigirin."

Hena destnîşan kir ku operasyên hêzên wan li derdora bakur û rojavayê girtîgehê ne û aliyê hundirîn ê girtîgehê ji hêla hêzên wan yên taybet ve bi ewle ye û wiha domand: "Derfeta me heye ku bi lez rewşê kontrol bikin, lê belê ji bo misogeriya parastina sivîlan û xwesteka me ya girtina êrişkaran bi awayekî zindî bû sedema derengiya kontrolkirina rewşê."

Hena ev tişt anî ziman: "Hêzên me dê rewşê kontrol bikin û li gel hêzên derfet hene ku van êrişan serwer bikin."

'DESTEKDAYÎNA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ JI BO DAIŞ'Ê HEYE'

Berdevkê QSD’ê Aram Hena îşaret pê kir ku destekdayîna herêmî û navneteweyî ji bo DAIŞ'ê heye û wiha dom da axaftina xwe: "Em têkiliya di navbera çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û şaneyên veşartî yên derve de dûr dixin, lê em piştrast dikin ku bi rasthatina bihîstina dengê teqînan re rewşeke tevlihevî li odeyên girtîgehê çêbû, bi wê re hêzên me dest bi lêpirsînan kir. Hêzên me di çend meh û rojên borî de planên DAIŞ’ê yên pêkanîna êrişan li ser girtîgehê eşkere kiribûn û bi pêkanîna vê êrişê re em piştrast dikin ku destekdayîneke herêmî heye da ku istiqrata li herêmê derbe bikin."

‛ÊRIŞÊN DAIŞ’Ê Û DAGIRKIRIYÊ HEMWEXTÎ HEV HATIN’

Hena diyar kir ku hemwextî van, êrişan dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê berdewam kirin. Di heman demê de dema erebeyeke Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku berê xwe dida Hesekê ku piştgiriya hêzên li taxa Xiwêran bike bi balafirên bêmirov hate hedefgirtin. Li kêlek wê jî Eyn Îsa hate topbarankirin. Aram Hena got: " Ev hemû îsbat dikin ku dewleta Tirk a dagirker piştevanî û destekê dide terorê û divê civata navneteweyî gavên cidî ji bo rawestandina mîna van kiryaran biavêje."

‛HÊZÊN DEST BI LÊPIRSÎN Û SERDEGIRTINA ŞANE Û PLANKERÊN ÊRIŞAN KIR’

Aram Hena li ser vê mijarê wiha got: "Hêzên me gelek tedbîr têkildarî operasyon û serdegirtinan û operasyonên îstîxbaratî kirin ku dê kesên plana êrişan kirine bigirin. Ew yek jî bi piştevaniya hêzên me yên taybet û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ye. Em teqez dikin ku em nahêlin terorîst careke din xwe çalak bikin û herêmê hedef bigirin. Lê berdewama rewşên ku destekê didin terorê dê bi xwe re çalakiya terorê zêde bikin, ji wê zêdetir jî çete sûdê ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine werdigirin. Ji ber ew herêmê bûne baregehên guncaw ji terorê re."

‛DAIŞ DESTEKA LEŞKERÎ JI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ WERDIGIRE’

Li ser çawaniya gihaştina çekan ji DAIŞ’ê re Hena ev tişt got: "Şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst sûdê ji herêmên dagirkirî werdigirin û desteka leşkerî jî ji wir werdigirin. Lê bi rêya derbeyên me yên hêz me heta niha rewş kontrol kiriye. Em dixwazin êrişkaran zindî bigirin û bixin girtîgehê. Em nahêlin bi ewlehiya herêmê bilîzin, têkoşîna hêzên me ya li dijî terorê berdewam e."

‛SILAV JI HÊZÊN LEŞKERÎ RE Û PEYAMA HIŞYARÎ JI ŞÊNIYÊN HERÊMÊ RE’

Hena wiha pê de çû: "Hêzên me bi têkbirina planên DAIŞ'ê, peyameke zelal e ku nirx û berxwedana gel nîşan dide. Ji jiyana birûmet ji gelê me re em dixebitin û nahêlin tu kes bi çarenûsa gel bilîze."

Berdevkê QSD’ê Aram Hena wiha dawî li gotina xwe anî: "Em hêzên xwe bi tevahî sazûmaniya xwe ku bersiva êrişên DAIŞ’ê yên li dijî girtîgeha Sînaa dane silav dikin. Her wiha peyameke hişyariyê ji gelê xwe re dişînin ku agahiyê li ser çi tevgerên bigûman bidin û piştevaniya hêzên me bikin û nekevin xefka gotegotên platformên xwedî armancên siyasî belav dikin, ji ber em baş dizanin kî li pey wan in."

(fr)

ANHA