Şêniyên Eyn Îsa li hemberî êrişan li ber xwe didin

Şêniyên navçeya Eyn Îsa li dijî planên dewleta Tirk a  dagirker, israr û berxwedana xwe nîşan dan, di heman demê de bêdengiya civata navneteweyî û Rûsya "Garantor" ya li hember van êrişan, rexne kirin.

Şêniyên Eyn Îsa li hemberî êrişan li ber xwe didin
24 ÇILE, 2022   04:08
EYN ÎSA

 Ji roja şemiyê ve gundên Cehbel, Hêşe, Fatise û Ilêmat ên Eyn Îsayê bi çekên giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin, di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. Ji şehîdan Ebulrehîm Salih Mihemed (14) hate naskirin. Her wiha Salih Hemûd Mihemed (20), Mihemed Hemûd Salih (45), Ebdurehîm Hemûd Salih (40), Hesan Mihemed (22), Nebîl El-Talib (2), Rexed El (15), Sûha Feyad (21) û Bera Hisên (18) birîndar bûn.

Têkildarî mijarê şêniyên navçeya Eyn Îsa li dijî van êrişan israr û berxwedan û destekdayîna ji QSD`ê re nîşan dan. Bi berxwedana şervan û şêniyan hewldanên çeteyên artêşa Tirk ji ketina Eyn Îsayê têk birin, têk çûn. Ruxmî dewleta Tirk a dagirker rasterast sivîlan hedef digire, şênî derketina ji malên xwe red dikin.

/ar/uploads/files/2022/01/23/193035_hmydy-almhmd.webp

Ji bajarokê Hîşe, Himêdî Mihemed diyar kir ku ji roja şemiyê ve, derdora bajarok û avahiyên xizmetguzariyê yên wekî, stasyona avê û kehrebê têne topbarankirin, ji ber vê yekê zarok û jin tirsiyan.

Mihemed zanî ziman ku ruxmî topbarana ew dev ji gundê xwe bernadin û got: "Em nahêlin ku xaka me wekî pariyeke hêsan bikeve destê dewleta Tirk a dagirker."

Himêdî Mihemed bêdengiya civata navneteweyî û qaşo garantorê rûsî ya li hember van êrişan, rexne kir û wiha axivî: "Em bang li wan dikin ku yekser êrişên Tirkiyê bisekinînin, ji ber ku sivîlên bêguneh dibin qurban."

/ar/uploads/files/2022/01/23/193010_amnh-aly.webp

Bi mijarê ve girêdayî ji Eyn Îsa Amîne Elî axivî û got, êrişên dagirker  û topbaran wan natirsîne û ew ê terka mala xwe neke.

Amîne Elî da zanîn ku baweriya wan bi QSD`ê tê, ji ber ku parastina xaka wan dike û li dijî hemû êrişan disekinin.

(eh)

ANHA