QSD: 13 çete hatin kuştin û 2 jî hatin girtin

QSD’ê ragihand ku 13 çeteyên DAIŞ`ê yên êrişî girtîgeha Sînaa kiribû, hatine kuştin û 2 çete jî hatine girtin. Her wiha diyar kir ku hêzên wan heta niha nasnameyên şaneyên terorîst tesbît nekirine.

QSD: 13 çete hatin kuştin û 2 jî hatin girtin
23 ÇILE, 2022   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyanî da û tê de got:

“Heta niha nasnameyên şaneyên terorîst nehatine tesbîtkirin ku hewl dan piştgiriyê bidin DAIŞ`iyên di beşa bakur a girtîgeha Sînaa de hatine dorpêçkirin. Hêzên me li taxa Xiwêran operasyonên serdegirtinê pêk tînin.

Hêzên me dorpêça li dora sûrên bakurê girtîgehê teng kir û operasyonên leşkerî pêk anîn, di encamê de 13 çeteyên êrişkar hatin kuştin û 2 çete jî hatin girtin.”

(şx)