Biden: Ger Rûsya destwerdana Ukraynayê bidomîne em ê tedbîrên tund li dijî wê bigirin

Koşka Spî eşkere kir ku serokê DYA’yê Joe Biden bi tîma ewlehiya neteweyî re tevgerên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê nîqaş kirine û gef li Moskovê xwar ku tedbîrên tund li dijî wê bigire.

Biden: Ger Rûsya destwerdana Ukraynayê bidomîne em ê tedbîrên tund li dijî wê bigirin
23 ÇILE, 2022   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî destnîşan kir ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden civînek têkildarî rageşiya di navbera Rûsya û NATO`yê de ya girêdayî Ukraynayê bi rê ve bir û gef li Moskovê xwar ku tedbîrên hişk bigire.

Koşka Spî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bi bîr xist ku Biden duh bi tîma taybet a ewlehiya neteweyî re civiyaye û gavên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê nîqaş kirine.

Li gorî Koşka Spî Biden got: “Heke Rûsya destwerdana Ukraynayê dewam bike, DYA dê bi hevkariya hevalbend û şirîkên xwe tedbîrên bilez û tund li dijî Rûsyayê bigire.”

Hikumeta Rûsyayê gelek caran îdiayên têkildarî planên wê yên destwerdana Ukraynayê derewandin û îdia kir ku NATO berpirsa rageşiya heyî ye.

(şx)