​​​​​​​Li Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyoneke berfireh dest pê kir

Fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşdî Şabî Talib El-Mûsewî ragihand ku îro li dijî çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

​​​​​​​Li Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyoneke berfireh dest pê kir
23 ÇILE, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Sûmeriye, fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşdî Şabî Talib El-Mûsewî di daxuyaniyekê de got lîwayên Heşdî Şabî operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên li Hewza El-Azîm dane destpêkirin.

Talib El-Mûsewî destnîşan kir ku ev operasyon li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên ku li Hewza El-Azîm êrişî artêşa Iraqê kiribûb, pêk tê. 

El-Mûsewî diyar kir ku armanca wan ji operasyonan ew e ku çeteyên DAIŞ`ê li Hewza El-Azîm, El-Numan û heta başûrê Dîcleyê dorpêç bikin.

(dx)