​​​​​​​Nûçegihanê me ji Xiwêran: Şer li başûrê bajarê Hesekê berdewam e

Li aliyê başûrê bajarê Hesekê şer berdewam e, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê li derdora girtîgeha Xiwêran û taxa Zihûr hemleyên lêgerînê didomînin.  

​​​​​​​Nûçegihanê me ji Xiwêran: Şer li başûrê bajarê Hesekê berdewam e
23 ÇILE, 2022   09:06
HESEKÊ

Li girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de şer berdewam e. 

Nûçegihanê me Ekrem Berekat ji taxa Xiwêran ragihand ku şer li derdora girtîgehê berdewam e û da zanîn ku di van kêliyan de pevçûn li aliyê bakur û başûrê girtîgehê ku avahiyên hikumetê ne, didome.

Êrişa şaneyên DAIŞ'ê bi teqandina erebe û motorsîkleteke bombekirî li nêzî deriyê sereke yê girtîgeha Xiwêran dest pê kir, piştre di navbera Hêzên Ewlekariyê yên berpirsê parastina girtîgehê û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şer qewimî.     

(dx)

ANHA