​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cûqê yê Efrînê 4 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 welatî revandin
23 ÇILE, 2022   11:51
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Cûqê yê kantona Efrînê ya dagirkirî 4 welatiyên bi navên Ehmed Emîn Elxido, Selam Emîn Elxido, Mistefa Mistefa Emare û Mistefa Ebdo Emare revandin.

Li gorî heman çavkaniyan, heta niha aqûbeta wan ne diyar e.

(şx)

ANHA