Panorama hefteyê: Rûsya hewl dide perava Laziqiyê kontrol bike

Çavdêr dibêjin ku armanca Rûsya ji dewriyeyên hevbeş ên bi hikumeta Şamê re yên li berava Laziqiyê, kontrolkirina beravê û derxistina Îranê û hevalbendên wê ye, li aliyekî din jî ji ber kirîza li Tirkiyê û bêdemokrasiyê, gelek endam ji partiya Erdogan îstîfa dikin.

Panorama hefteyê: Rûsya hewl dide perava Laziqiyê kontrol bike
23 ÇILE, 2022   06:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî îşaret bi hewldanên rûsî ji kontrolkirina berava Laziqiyê û îstîfayên di nav partiya Erdogan de, kar û barên siyasî yên li Lubnanê kir.

`NÎŞANEYÊN KONTROLKIRINA RÛSYAYÊ YA LI SER BENDERA LAZÎQIYE`

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, meşandina dewriyeyeke hevbeş a polîsa leşkerî û hêzên hikumeta Şamê li bendera Lazîqiye, wek nîşaneyên avakirina nuqteyên çavdêr li benderê hesibandin. Piştî ku di çend hefteyan dawîn de bû hedefa êrişên Îsraîlê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî êrişên Îsraîlê yên li dijî bendera Laziqiye, polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî hêzên hikumeta Şamê 17`ê Çileyê dewriyeyên hevbeş di benderê de lidar xistin.

Li gorî SOHR`ê, Rûsya armanc dike Îranê û alîgirên wê ji benderê derxe û hewl dide wê kontrol bike.”

JI BER NEBÛNA DEMOKRASIYÊ DI PARTIYA ERDOGAN DE.. ISTÎFAKIRINÊN KOMÎ

Derbarê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha got: "AKP`ê di nava istîfakirinên mezin de dijî. Ev jî ji ber nezelalbûna rewşa siyasî li giştî welat, aloziyên li derdodra serokê wê Recep Tayyip Erdogan, serweriya alîgirên wî û nebûna demokrasiyê di hundirê welat de. Ev jî hemwextî amadekariyên partiyê ji hilbijartinên giştî yên di sala pêş de pêk tê.

Rojnameya Zeman a serbixwe ya tirkî ragihand ku 872 endaman li wîlayeta Aydinê bi awayekî komî ji AKP`ê istîfa kirin.

`CIVÎNÊN MECLISA WEZÎRAN A LUBNANÊ DÊ DESTPÊ BIKIN`

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Piştî demeke dirêj, serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî benda tirsê û bendewariyê şikand û banga lidarxistina civîna meclisa wezîran kir ku duşemê lidar keve.

Ruxmî wê jî, çavkaniyên hikumetê diyar kir ku ev bang, nagihêje asta pêşbiniyeke cidî ku pirsgirêkên li welêt bi lez çareser bibin.”