Hikmet Hebîb: Di têkbirina êrişan de hêviya me gel û hêza me ye

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb diyar kir ku êrişên li dijî girtîgeha Sîna, plankirî ne û destên Tirkiyê tê de hene, ji lewma divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn zêdetir hişyar be.

Hikmet Hebîb: Di têkbirina êrişan de hêviya me gel û hêza me ye
23 ÇILE, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb têkildarî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li dijî girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a Hesekê û hewldana revandina girtiyan, ji ANHA`yê re axivî.

Hikmet Hebîb destpêka axaftina xwe îşaret bi xeteriya çeteyên DAIŞ`ê li ser ewlehî û îstiqrara herêmê, kir û got, xeteriya DAIŞ`ê bi dawî nebûye, lê hîn jî şaneyên veşartî bi piştgiriya dewletên li herêmê, nexasim Tirkiyê tevdigerin. Rast e di aliyê meydanî de têk çûne, lê hîn jî rêxistina DAIŞ`ê heye û li herêman fikirê wan heye, ji lewma xeteriyê li ser ewlehî û îstiqrara herêmê çêdike, heta ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li ser hemû Rojhilata Navîn.

ꞌHEMÛ NÎŞANE ROLA TIRKIYÊ DI ÊRIŞAN DE PIŞTRAST DIKINꞌ

Hebîb destnîşan kir ku êrişên li ser girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, êrişeke plankirî ye û ev lê zêde kir: "Êrişên li dijî girtîgeha Sîna a Hesekê ne êrişeke sivik e, lê belê êrişeke plankirî bû û destên veşartî tê de hene. Bê guman me di pêvajoya salên derbasbûyî de dît ku çawa Tirkiyê sînorên xwe ji terorîstên DAIŞ`ê yên ji hemû cîhanê re vekir û rasterast destek da wan. Dema Tirkiyê û wekîlê wê rêxistina terorîst li Sûriyê bi bin ketin, rasterast destwerdan kir û herêm dagir kir. Her wiha bi rêya şerê xwe yê dawî yê bi balafirên bêmirov, gelek kesayet kirin hedef, vê carê jî hewl da tevlîheviyê derxe û îstiqrara herêmê bi rêya piştgiriya ji vê êrişê re têk bibe. Di encamê de hemû nîşane rola Tirkiyê di vê êrişê de piştrast dikin."

Hikmet Hebîb wiha dewam kir: "Hinek alî ji bo hewl didin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin, da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Dem êrişa li ser girtîgeha Sîna ya li taxa Xirwêran dest pê kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji Til Temir xwest were Hesekê da ku piştgiriya hêzên li Hesekê bikin, lê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk rasterast ew erebeyên wan kirin hedef, ev jî îsbat dike ku dewleta Tirk hewl dida bi şêwazên cuda tevliheviyê derxe."

ꞌCIVATA NAVNETEWEYÎ AVAKIRINA DADGEHEKE NAVNETWEYÎ PAŞGUH DIKEꞌ

Hikmet Hebîb bal kişand ser metirsiyên civata navneteweyî ji avakirina dadgeheke navneteweyî re û wiha dewam kir: "Berpirsyariya civata navneteweyî berpirsyariyeke mezin e, divê tavilê dadgeheke taybet ji bo darizandina terorîstan ava bike, lê mixabin berjewendiyên xwe di ser her tiştî re dibînin. Dema ku civata navneteweyî wan çeteyan darizîne dê îtîraf bikin ku Tirkiyê û dewletên din piştgiriya wan dikirin, ji lewma civata navneteweyî avakirina dadgehê paşguh dike. Her wiha berpirsyariya gelek çeteyên girtî li ser milê welatên wan e, divê yan werin wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin an jî wan bibin welatên xwe û li wir darizînin, lê mixabin deng ji wan welatan jî nayê."

Hebîb îşaret pê kir ku dewleta Tirk piştgiriyê dide komên çeteyan û wiha axivî: "Herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, ji wan Girê Spî û Serêkaniyê û gelek herêmên din, ji aliyê "Artêşa Niştimanî" ve têne îdarekirin, lê di rastiyê de tenê bi nav "Artêşa Niştîmanî" ye ev hêz rûyekî nû yê DAIŞ`ê ye û piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigirin, li ser vê yekê divê civata navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabe û sînorekî ji piştgiriya Tirkiyê ji van koman re deyne."

ꞌGELÊ ME LI PÊŞBERÎ ŞEREKÎ GIRAN Eꞌ

Hikmet Hebîb da zanîn ku herêm di gelek qonaxên re derbas bûye û bi gelek rojevan re rû bi rû maye, çi ji aliyê şerê rasterast be yan jî şerê taybet be, yan jî bi rêya teqîn, balafirên bêmirov û şerê aborî bi rêya ambargoyan be. Desthilata Şamê bi rêya şerê taybet roleke mezin dilîze, bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê gotegotan tevliheviyê derdixe, ji lewma gelê herêmê li hemberî şerekî giran e û got, divê gelê herêmê nekeve xefkan û parastina destkeftiyên xwe bike.

Hikmet Hebîb xîtabî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Em ê vê qonaxê derbas bikin, wekî ku me yên ji vê zehmetir derbas kirin, berpirsyarî ya her kesî ye da ku parastina destkeftiyên bi saya xwîna şehîdên me hatine bidestxistin, bike, em xwedî projeyeke demokratîk in ku ji bo hemû Sûriyan e û em ê di qonaxa bê de, vê projeyê bi ser bixin, he wiha em civata navneteweyî û dewletên peywendîdar li ser sînordarkirina Tirkiyê û piştgiriya wê ji komên terorîst re hişyar dikin."

ꞌBAWERIYA ME BI HÊZ Û GELÊ ME MEZIN Eꞌ

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Baweriya me ya bi QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê me mezin e, ji ber ku xeteriya li ser vê herêmê dizanin û divê hîn zêdetir hişyar bin da ku vê aloziyê derbas bikin. "

(eh)

ANHA