Rewşenbîr: Welatiyên Sûrî ne terorîst in heta rejîma "lihevkirinan" bi wan re pêk bîne

Rewşenbîran "lihevkirirnên" ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tên kirin, red kirin û wekî israra hikumeta Şamê li ser redkirina beşdarbûna di biryara siyasî û naskirina mafên sûriyan de , bi nav kirin.

Rewşenbîr: Welatiyên Sûrî ne terorîst in heta rejîma "lihevkirinan" bi wan re pêk bîne
23 ÇILE, 2022   04:08
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Hikumeta Şamê piştî Dêrezor û gundewarên başûrê Reqayê, di van demên dawî de "lihevkirirnan" ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş dixe. Da ku tecrûbeya Dera pêk bîne. Hikumeta Şamê li herêmên Dêrazorê û başûrê Reqayê yên di bin kontrola wê de dest bi vê "lihevkirinan" kir, lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev hewldan red kirin.         

Bi dîtina nivîskar û derhêner, Deham Sedam ku pêşxistina "lihevkirirnan" ji aliyê hikumeta Şamê ve, berdewamiya redkirina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re ye û got: "Sedema sereke ya rewşa welat a niha, serhişkiya rejîma Sûriyê, redkirina naskirina mafên sûriyan, hevşirîkatiya wê di biryara siyasî li welat de ye."

Deham Sedam da zanîn ku tiştê ku hikumeta Şamê bi rêya "lihevkirinan" dike, dê gelê Sûriyê ber bi wêrankirinê ve bibe. Divê hikumeta Şamê lêborîna xwe ji gel bixwaze û bersivê bide daxwazên wan.              

Deham Sedam wiha pirsî: "Gel çi kiriye? Ev lihevkirin ji bo çi ne? Ma welatiyên Sûrî terorîst in, da ku pirsgirêkên wan ji aliyê rejîmê ve werin çareserkirin?"

Sedam piştrast kir ku tiştê ku hêşt gelê Sûriyê berê xwe bide rêgezên cuda, zihniyeta hikumeta Şamê ye, ev zihniyet bû sedem ku welat ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve were dagirkirin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsyayê û hêzên din ên herêmî û cîhanî destwerdanê bikin.

Bi dîtina hunermendê şêwekar Hesen Mistefa ev lihevkirin di çarçoveya hewlên hikumeta Şamê de, ku ji çareseriya siyasî dûr bikeve û piştrast kir ku ew xizmeta çareseriya aloziya Sûriyê nake.         

Hesen Mistefa got diviyabû hikumeta Şamê û gelê Sûriyê li ser çareseriya Sûriyê dûrî hemû destwerdanên derve li hev bikin û berjewendî û paşeroja gelê Sûriyê esas bigirin.

Nivîskar û derhêner Deham Sedam diyar kir ku çareserî bi diyalogê û projeya Rêveberiya Xweser e û got: "Em "çareseriyan" red dikin û em bi diyalogê û çareseriya siyasî li Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet re ne."             

Deham Sedam bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi awayekî dest bi diyalogeke cidî bike, her wiha bang li gelê Sûriyê kir ku diyalogê ji bo pêşeroja welat pêk bînin.        

Hesen Mistefa wiha pê de çû: "Berjewendiya gelê Sûriyê di lihevkirina tevahî gel li ser berjewendiya welat, berjewendiya gelê xwe û berjewendiya zarokên xwe, dûrî berjewendiyên teng û berjewendiyên hêzên derve de heye."

Hesen Mistefa  piştrast kir ku diyaloga Sûriyê dûrî welatên derve dê formîlekê ji bo pêşeroja Sûriyê ku ax û gel biparêze û rola sereke ya Sûriyê li Rojhilata Navîn vegerîne, ava bike.

(dx)

ANHA