PYD: Dewleta Tirk jinûve girêdana xwe bi DAIŞ`ê ve eşkere dike

PYD`ê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li dijî Eyn Îsa, Şehba û Til Temirê her wiha êrişên DAIŞ`ê li ser Hesekê jinûve girêdana xwe bi DAIŞ`ê re eşkere dike da ku derfetê nede QSD`ê ku alîkariya hevalên xwe di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bike ku bersiva êrişa DAIŞ`ê bide.

PYD: Dewleta Tirk jinûve girêdana xwe bi DAIŞ`ê ve eşkere dike
22 ÇILE, 2022   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê têkildarî rewşên dawî li Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên DAIŞ`ê li Hesekê û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Eyn Îsayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di salvegera 4`emîn a dagirkirina bajarê Efrînê de dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide tevlîheviyê û aloziyan li herêmên aram li Sûriyê derxe û jinûve girêdana xwe bi rêxistina terorîst a DAIŞ`ê re eşkere dike. Ji aliyekî ve herêmên Eyn Îsa, Kobanê û Şehbayê topbaran dike û ji aliyekî din ve jî şervanên QSD`ê li Temirê topbaran dike da ku derfetê nede wan ku alîkariya hevalên xwe di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bike ku bersiva êrişên terorîstên rêxistina DAIŞ`ê de didin ku di encama wê de 17`ê şervanên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dilsoz û sivîl şehîd bûne û 23 kes jî birîndar bûne.

Em Meclisa Giştî ya PYD`ê dê bi QSD`ê re di yek rêzê de bisekinin ku ji bo parastina herêmê û şêniyên wê berdêlên mezin didin da ku aştî û aramiyê vegerînin û hemû planên terorîst li dijî herêmên me yên aram, têk bibin. Em teqez dikin ku her çiqas zehmetî zêde dibin îsrara me ji bo pêkanîna armancên me li hember civaka me û civakên cîhanê ji bo xurtkirina nirxên demokrasî û bidestxistina mafan de, zêde dibe.

Em bejna xwe li hember şehîdên ku xwîna xwe ji bo bidestxistina ewlekarî û aramiyê feda kirine ditewînin û  ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."

(bx)

ANHA