‛Têkiliya endametiyê di nava êrişên DAIŞ’ê û Tirkiyê de heye’

Partiya Sûriya Pêşerojê da zanîn ku di navbera DAIŞ’ê û komên terorîst ên qaşo Artêşa Nîştimanî de û bi piştgiriya dagirkeriya Tirk ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Eyn Îsa û Til Temirê topbaran dikin de heye û digel rola fikar a desthilata li Şamê de pêk tê ku van sûcan rewa dikin. Ew her du hewl didin bi hezaran terorîstên DAIŞ’ê ji girtîgeha Sînaa berdin.

‛Têkiliya endametiyê di nava êrişên DAIŞ’ê û Tirkiyê de heye’
22 ÇILE, 2022   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dawî yên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa û bi rasthatina êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha got:

"Di dirêjahiya du rojên borî de û di 20’ê Çileyê de tevliheviyeke ewlehî û aramî li Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldana têkbirina tecrûbeya demokratîk hebû. Hêzên ku li pişt van bûyeran in anku şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ji piştevaniya lojistî û leşkerî  sûd wergirt û êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir ku girtiyên DAIŞ’ê birevînin.

Bi sekna li hember vê komployê ku aliyên hundirîn û derve li pey wê ne,  ji desthilata Sûriyê û dagirkeriya Tirk bigire hêzên terorîst ên DAIŞ’ê bi kar anîne û hewl da Rêveberiya Xweser û tecrûbeya demokratîk ku hêviya gelan a rizgarkirin, azadî, jiyana hevbeş û aştiya civakî ye, têk bibin.

Di navbera DAIŞ’ê û komên terorîst ên qaşo Artêşa Nîştimanî de û bi piştgiriya dagirkeriya Tirk ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Eyn Îsa û Til Temirê topbaran dikin de heye û digel rola fikar a desthilata li Şamê de pêk tê ku van sûcan rewa dikin. Ew her du hewl didin bi hezaran terorîstên DAIŞ’ê ji girtîgeha Sînaa berdin. Lê heke ne ji bersivdanên QSD’ê  û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî bûya wê xeterî li tevahî herêmên bakurê Sûriyê, dewletên cîran û dewletên cîhanê belav bibûya.

Em Partiya Sûriya Pêşerojê bejna xwe li hember berxwedana şêniyên me yên Hesekê û berxwedana şervanên me QSD’ê û ewlehiya giştî ku li hember van êrişên tirsonak sekinîne, ditewînin. Em bang li civaka navneteweyî û hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku hevkariya xwe berdewam bikin ku li hember çi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û nehêlin dewleta Tirk û komên wê yên terorîst êriş bikin û zextê lê bikin ku ji herêmên dagirkirî derkevin.

Em piştevaniya çi aliyê hewl dide DAIŞ’ê têk bibe, her wiha hewl dide krîza Sûriyê li gorî biryarên girêdayî Sûriyê çareser bike û şerê ji ser Sûriyê bibe, dikin. Em bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hişyar be û piştevaniya QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bike ku herêm îstîqrar be."

(fr)

ANHA