Çalakiyên ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” berdewam in

Bi armanca derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê”, li navçeya Şêran a kantona Kobanê hemleya komkirina îmzeyan dest pê kir û li Tebqayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya konvedanê li dar ket.

22 ÇILE, 2022   15:12
KOBANÊ

Xebatên komkirina îmzeyan li Kobanê roja 18`ê Çileyê destpê kir û heta niha berdewam e.

Di çarçoveya kampanyaya  Însiyatîfa Edaletê ji bo Kurdan a Navneteweyî de ku 13`ê Kanûnê  ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê hatiye ragihandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava komkirina îmzeyan berdewam dike.

Li navçeya Şêran bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl tev li hemleya komkirina îmzeyan bûn. Hevserokê Meclisa Navçeya Şêran Xelîl Mehmûd axivî û got: “Nabe navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wê di lîsteya reş be, ji ber ku ji damezirandinê û vir ve ji bo pêkanîna aştiyê tê dikoşe.”

Xelîl Bang li gelê Kurd û gelên herêma Rojhilata Navîn kir ku tev li hemleya wan bibin û got: “Ev partî destpêka xilasiya gelê herêmê ji zulm û zordestiyê ye. Dê civakeke demorkatîk û azad ji gelên herêmên re peyda bike.”

Di heman çarçoveyê de wê li Ewropa, DYA, Kanada û Awsitralyayê ev hemle li dar keve. Navendên civaka kurdî dê roleke çalak bilîze. Wê dik werin avakirin û îmze werin komkirin. Hemle wê di heman çarçoveyê de bi armanca komkirina 4 milyon îmzeyan berdewam bike û dê ev îmze, ji Meclisa Ewropayê û saziyên têkildar ên DYA`yê re bên pêşkêşkirin.

TEBQA

Li Tebqayê bi heman mebestî, çalakiya konvedanê li avahiya Yekitiya Werzîşê li dar ket.

Endamên însiyatîfa derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê”, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, gelek saziyên sivîl û leşkerî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê Mehmûd El-Yetîm daxuyaniyek da û tê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK`ê ji ''lîsteya terorê'' kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “PKK`ê hîna ji bo rizgarkirina gelên herêmê tê dikoşe. Fikirek cuda û nû dûrî pergalên serdest pêşkêş kir. Biratiya gelan û jiyana hevbeş ji xwe re kiriye bingeh. Serkeftina ku li hember DAIŞ`ê pêk anî, gelên herêmê ji tartiyê derxist ronahiyê.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên têkbirina ewlehiya li herêmê hat kirin û hat diyarkirin ku hemwextî destpêkirina hemleyên derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmê kir.

Di daxuyaniyê de bang li tevgerên ciwanan ên li cîhanê hat kirin ku piştgiriya hemleyê bikin û xwepêşendan û hemleyan li dar bixin da ku armancên xwe pêk bînin.

Beşdarên çalakiyê li ser lîsteya derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan îmze kir.

Her wiha sînevizyonek têkildarê dîroka têkoşîne PKK`ê li hember êrişên qirkirinê û dagirkirinê hat pêşandan.

Çalakiya konvedanê wê heta 24`ê vê mehê berdewam bike.

(şx)

ANHA