Ferhad Şamî îşev di bernameya ANHA’yê de êrişên DAIŞ’ê û Tirkiyê dinirxîne

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî, derbarê êriş û planên dewleta Tirk û DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de îşev di saet 20.00`an de wê tevli bernameya taybet a ANHA`yê bibe.

Ferhad Şamî îşev di bernameya ANHA’yê de êrişên DAIŞ’ê û Tirkiyê dinirxîne
22 ÇILE, 2022   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Êvara 20’ê vê mehê çeteyên DAIŞ’ê yên şaneya veşartî êrişî gitîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê kirin. Li dijî êrişan yekser Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyonê kir. Operasyon heya niha berdewam dike.  Hemwextî êrişan, dewleta Tirk a dagirker jî êrişî Til Temir û Şengalê kir. Her wiha hêzên xwe li Til Temir jî zêde kirin.

Xetreriya girtîgeha Sînaa û kampên çeteyan çi ye?

Ev êrişên hemwextî tên çi wateyê?

Tiliya hêzên navnetewî çiqas di nav van êrişan de heye?

Piştî vê saetê şûnda êdî wê tevgerek çawa çêbibe?

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî, di bernameya taybet a ANHA`yê de wê bersiva van pirsan bide. 

Bernameya taybet saet di 20:00'an de li gorî dema Rojavayê Kurdistanê li ser malpera ajansa me û hesabên wê yên medyaya civakî dê bê weşandin.

Hûn dikarin li ser van lînkan bernameyê bişopînin:

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA