‛Êrişên li dijî Eyn Îsa piştgiriya êrişên şaneyên DAIŞ’ê ne’

Meclisa Kantona Girê Spî da zanîn ku civata navneteweyî li hember tobparanên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê berpirsiyar e. Di encama topbaranê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar ji malbatekê çêbûn. Ev yek bi rasthatina êrişên şaneyên DAIŞ’ê li dijî Hesekê pêk hatin.

‛Êrişên li dijî Eyn Îsa piştgiriya êrişên şaneyên DAIŞ’ê ne’
22 ÇILE, 2022   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo daxuyanî bi beşdariya dehan endamên meclis û komîteyên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê yên rojhilat û rojava ve ku di encamê de du welatî şehîd bûn û 4 ji heman malbatê birîndar bûn, ji nav jî zarokek hebû, hatin şermezarkirin.

Civata navneteweyî û garantorê rûsî bi bêdengiya xwe li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan berpirsiyar in.

Gundê Salih El-Hemod ku îro hatiye hedefgirtin tenê çend metreyan ji baregeha Rûsyayê ya li aliyê rojhilatê navçeyê ve dûr e. Ji ber Rûsya li gorî peymana Sochî ya di 22’yê Cotmeha 2019’an de ji bo çavdêriya agirbestê û parastina welatiyan li herêmê ye.

Bi rasthatina êrişa şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêran a li Hesekê ku tê de girtiyên DAIŞ’ê hene, dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Kantona Girê Spî bang li civata navneteweyî dkir ku bi lez tev bigerin û zextê li dewleta Tirk bikin êrişên xwe û hedefgirtina welatiyan rawestînin.

Navên birîndaran wiha ne; Hesan Mihemed (22), Salih Hemod Mihemed (20), Mihemed Hemod Salih (45), Ebdurehîm Hemod Salih (40) û zarokê bi navê Ebdurehîm Salih Mihemed (14) şehîd bû û şehîdekî jî navê wî nehat zelalkirin.

(fr)

ANHA