'Divê PDK'ê lêborînê ji malbatên şehîdan bixwazin '

Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê beşdarî çalakiya li Sêmalka bûn û bang li PDK'ê kirin ku lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze û ji xeta îxanetê vegere.           

'Divê PDK'ê lêborînê ji malbatên şehîdan bixwazin '
22 ÇILE, 2022   14:55
QAMIŞLO

Tevî barîna berfê û hewaya sar, çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîneke PDK'ê de şehîd bûne, berdewam dikin.

Endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê çalakî dewr girtin.

Endamên desteyê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK'ê, derbasî qada deriyê Sêmalka bûn, piştre ber bi deriyê Pêşxabûr ve ketin rê.

Piştre li ser navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Sûheyle Mihemed got: "Dijminê gelê Kurd li çar parçayên Kurdistanê bi rêbazên cuda hewl dide hebûna Kurdan û destkeftiyên wê  li pêşberî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî gelê herêmê tê kirin, tune bike."

Sûheyle Mihemed got: "Faşîzma Tirk li dijî gerîla û Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû çekên qedexe yên navneteweyî bi kar tîne. Rayedarên Başûrê Kurdistanê berpirsê şehûdbûna gerîla ye, ji ber vê yekê ev kiryar îxaneteke mezin e."

Sûheyle Mihemed  wiha dom kir: "Em bi navê Desteya Perwerdeyê li ber deriyê Sêmalka piştgiriya xwe bi çalakvanan radigihînin û daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdên Xelîfanê dikin û bang li PDK'ê dikin ku lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze."         

(dx)

ANHA