Di kongreya li Emanê de mafên rewa yên gelê Kurd hatin nîqaşkirin

Beşdarên kongreya diyaloga erebî-kurdî ku li paytexta Urdin Emanê li dar ketî, destnîşan kirin ku jiyana aştiyane di navbera kurdan û ereban de di vê pêvajoyê de gelek girîng e.

Di kongreya li Emanê de mafên rewa yên gelê Kurd hatin nîqaşkirin
22 ÇILE, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Diyaloga Erebî-Kurdî û rêbazên xurtkirina wê di bin navê "Ereb û Kurd...Diyalog rêya paşerojeke hevbeş e" îro li paytexta Urdin, Emanê bi beşdariya gelek siyasetmedarên Ereb û Kurd ji çend welatên herêmê, wekî Lubnan, Iraq, Sûriyê, Filistîn û Urdinê û welatên cuda, dest pê kir.

Di kongreyê de wê 3 mijar werin nirxandin. Ya yekê saet 10:30`an bi navnîşan ''Kurtedîroka hevbeş, avakirin li ser hevbeşiyê, ji holêrakirina metirsiyên hevbeş'' li dar ket.

Lêkolîner û dîroknasê dîroka Urdin û Kurdan Dr.Mihemed Elî El-Siwêrkî, cîgirên serokwezîrê kar û barên aborî yê berê yê Urdinê Dr.Cewad El-Enanî û mudirê Navenda Lêkolînan û Pîvana Raya Giştî ya Iraqê Calwadha di beşa yekemîn a kongreyê de axivîn.

Her wiha nivîskar, rojnamevan û mamosteyê zanîngehên Lubnanê Xalid Memdûh El-Ezî û namzeta HDP`ê ya parlamentoya Tirkiyê Guney Aro di vî beşî de axivîn.

Mijara duyemîn saet 12:30`an bi navnîşan ''Rola jinên kurd û ereb di parastina aştî û istiqrarê de û sepandina rêgezên jiyana hevbe û pêkanîna edaletê ji hemûyan re'', destpê kir. Tê de mamoste û çalakvana siyasî Dilşa Osman, çalakvana siyasî Henen Osman, endama Akademiya Jinelojî Necîbe Hemê Salih axivîn.

Her wiha bi rêya Zoom, nivîskar û lêkolînera filistînê, damezirîner û mudira giştî ya saziya Rewat a Lêkolînan Dr. Feyha Ebid El-Hadî û sekretera giştî ya Partiya Gelê Demokratîk a Urdinê Eble Ebû Elbe axivîn.

Beşa sêyemîn bi navnîşan; nexşerêya berjewendiyên hevbeş, rêbazên çareserkirina doza Kurd, dewleta hemwelatîbûna wekhev û çalak, neteweya demokratîk, diyarkirina çarenûsê, serdestî, yekitiya erdnîgarî ya dewletan e.

Wê mamosteyê zanistên siyasî yê zanîngeha Urdinê Emîn Miştaqe, nivsîkar û rojnamevan û mamoste Arslen Mihemed Elî û mamosteyê alîkar ê zanîngeha Şanşî ya Çînê Şivan Seîd biaxivin. 

Di dawiya kongreyê de wê pêşnameyek ji bo diyarkirina pêşerojeke hevbeş a kurd û ereban were diyarkirin.

Mijara yekemîn

Di kongreyê de Cîgirê Berê yê Serokwezîrê Urdunê yê ji bo karûbarên aborî Cewad Enanî axivî û got: “Erdnîgariya Kurdan bi dirêjahiya dîrokê heye û tê zanîn di navbera Iraq, Suriye, Tirkiye û Îranê de hatiye parçekirin. Ez şaş dimînim çima ji bo Beluc, Ermeniyan û yên din dewlet heye, çima dewletek Kurdan nebe? Li beramberî dîrokê ev pirsyareke rewa ya Kurda ye.”

Di dewamê de Enanî da zanîn projeya ji bo gihiştina otonomiyek Kurd pêngavek giring û başe. Her wiha got, ew giringiyê bi hebûna otonomiyek Kurdî didin û ev yek jî wê bi rêya daxwazkirina Kurdan a ji bo nasname û çanda Kurdî pêkwere.

Rêveberê Navenda Kuluda a ji bo lêkolînan a Iraqê Besêl Hisên jî di kongreyê de axivî û got: “Dîrokê ziyanek giran bi peywendiyên navbera Kurd û Ereban gihandiye. Niha jî dibînin ku di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de li ser wan lihevkirinên hatîn kirin nakokî hene.”

Besêl da zanîn divê ji hev famkirin di navbera Kurd û Ereban de hebe, daku hemû pêkhate bikarin mafên xwe bidestxînin.

 (şx)