​​​​​​​QSD: Di êrişên îro de 22 çete hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku di şerên sibê yên navbera çeteyên DAIŞ`ê û QSD`ê de, 22 çeteyên ku êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kirin, hatin kuştin. Her wiha da zanîn ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn aliyê bakurê girtîgehê bi temamî kontrol kiriye.

​​​​​​​QSD: Di êrişên îro de 22 çete hatin kuştin
22 ÇILE, 2022   14:04
NAVNEDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şerên îro yên li Hesekê de 22 çeteyên ku êrişî girtîgeha Sîna ya li Xiwêran kirin, hatin kuştin û aliyê bakurê girtîgehê bi temamî hatiye kontrolkirin.

Daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wiha ye:

Serê sibê şerên dijwar di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan ku êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kirin. Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn aliyê bakurê girtîgehê bi temam kontrol kir.

Di wan şeran de, 22 çete hatin kuştin, çeteyek hat girtin. Her wiha hêzên me erebeyeke bi cebilxane barkirî ya çeteyên DAIŞ`ê desteser kir.

(şx)

ANHA