​​​​​​​QSD`ê dorpêça li ser çeteyên DAIŞ`ê teng dike

QSD`ê diyar kir ku hêzên wan çeteyên DAIŞ`ê yên li derdora girtîgeha Sîna xistine dorpêçê û piştrast kir ku wan gelek nuqteyên li aliyê bakurê sûrên girtîgehê kontrol kirine û gelek kuştiyên çeteyan hene.

​​​​​​​QSD`ê dorpêça li ser çeteyên DAIŞ`ê teng dike
22 ÇILE, 2022   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN  

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan serê vê sibehê li taxa Xirêran hemleyên serdegirtinê dest pê kir, di encamê de gelek nuqteyên li aliyê bakur yê sûrên girtîgeha Sîna ya taxê hatin kontrolkirin û gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Navenda ragihandinê da zanîn ku hêzên wan hewl didin çeteyên ku li aliyê bakur ê girtîgehê ne, bigirin.