​​​​​​​Hejmara birîndarên tobparana li ser Eyn Îsayê gihaşt 4 welatiyan

Hejmara birîndarên êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Eyn Îsayê bû 4 welatî. Hemwextî firîna dronan li asîmanê navçeyê, tobparan berdewam e.

​​​​​​​Hejmara birîndarên tobparana li ser Eyn Îsayê gihaşt 4 welatiyan
22 ÇILE, 2022   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku ciwanê bi navê Hesan Mihemed (22) di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li dijî rojhilata navçeya Eyn Îsayê birîndar bû. Bi vê re hejmara birîndaran gihaşt 4 welatiyan.

Topbarana li ser gundên Salih El-Hemûd, Cehbel, Mişêrfe, Fatsa û rêya navneteweyî M4, bajarokê Hîşe, rêya di navbera Reqa û Eyn Îsayê de li rojhilatê gundewayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran berdewam e.

Hemwextî topbaranê, dronên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê navçeyê heta vê kêliyê digerin.

Di topbaranê de welatiyên bi navên Salih Hemûd Mihemed (20), Mihemed Hemûd Salih (45), Ebdurehîm Hemûd Salih (40) birîndar bûn, zarokê bi navê Ebdurehîm Salih Mihemed (14) û welatiyek din ku nasnameya wî nehat zanîn, şehîd bûn.

Tê destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê berbanga vê sibê, êrişî gundên Mişêrfe û Cehbel kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êriş têk bir û zirarên mezin gihandin çeteyan. Her wiha gelek çermên çeteyan ketin destê hevalan.

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran a Hesekê, hedefgirtina droneke dewleta Tirk a dagirker erebeyeke girêdayî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku diçû bajarê Hesekê da ku piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bike, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî her gundan kir.

(şx)

ANHA