​​​​​​​HPG: Dewleta Tirk di êrişên li ser qadên me de tu encam negirt

​​​​​​​HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam in, her wiha diyar kir ku di encama êrişan de ziyan negiştiye hêzên wan.

​​​​​​​HPG: Dewleta Tirk di êrişên li ser qadên me de tu encam negirt
22 ÇILE, 2022   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''Artêşa TC a dagirker ku li bara hêzên me bi êrîşên berfireh jî nikare encamê bistîne, êrîşên hewayî yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomîne.

HPG'ê ragihand ti ziyan nehatiye ser hêzên gerîla û ev agahî dan:

"16`ê Çile saet 09:30'an qada Çiyayê Reş a herêma Zapê û kendalên Girê Rûbar 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

18'ê  Çile saet 09:30'an qada Girê Hekarî ya herêma Metîna du caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

18'ê Çile saet di navbeyna 22:00-22:20'an de li qada Şehîd Serdar a herêma Avaşînê tevgera helÎkoptêran çêbûye.

18 û 21'ê Çile Deriyê Hirçê û qadên Girê FM yên bi ser herêma Garê ve 6 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.''