Êrişên dewleta Tirk li ser Eyn Îsa hatin şikandin, 2 sivîl şehîd bûn

Deweta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê êrişî gundewarên Eyn Îsa'yê kirin, QSD`ê bersiva êrişan da û êriş şikand. Di encama êrişan de gelek çete hatin kuştin.

Êrişên dewleta Tirk li ser Eyn Îsa hatin şikandin, 2 sivîl şehîd bûn
22 ÇILE, 2022   08:04
EYN ÎSA

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê v sibehê êrişî gundên Mişêrfe û Cehbel, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 kirin, lê şervanan QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û êriş têk birin.

Di navber artêşa Tirk û şervanên QSD`ê de şerekî dijwar qewimî. Di encama de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha termê du çeteyan ket destê şeravnan.

Her wiha di encmama topbarana dewleta Tirk a li ser gundan de, 2 şênî ji gundê Cehbel şehîd bûn.

Şer cih bi cih didome.

ANHA