Aloziya siyasî ya li Iraqê: Sîstema kotayan derbasî hundirê mezheban jî dibe

Li Iraqê aloziya siyasî ya girêdayî lihevkirinên li ser avakirina hikumeta bê berdewam dike, di heman demê de nakokî di navbera partiyên Şîayê de hene. Ev dide nîşandan, ku kotayê di hemû mezheban bi xwe de kûr bûye.

Aloziya siyasî ya li Iraqê: Sîstema kotayan derbasî hundirê mezheban jî dibe
22 ÇILE, 2022   08:41
NAVNDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Li Iraqê hewldanên bidawîkirina nakokiyan di navbera şepêla Sedir a ku rêjeya herî bilind a kursiyan di parlamantoyê de bi dest xist û Çarçoveya Hemahengî ya Şîayan ya ku ji gelek hêz û partiyên şîî pêk tê de berdewam dikin. Ev nakokî li ser avakirina hikumeta bê ye.

Lîderê şepêla Sedir, Muqteda El-Sedir beşdarbûna Nûrî El-Malikî di navakirina her hikumeteke ku ava bikin de red dike. Sedema nakokiya her du aliyan, vedigere ku deam El-Malikî di 2006 û 2014'an, serokê hikumetê bû, El-Sedir paşguh kiribû.

Hevbendiya Sedir armanc dike ku hikumeteke xwedî taybetmendiyeke niştimanî ava bike, lê hêzên Çarçoveya Hemahengî ya Şîayan ya ku di hilbijartinan de bi bin ket, armanc dike ku hikumeteke lihevkirî, mîna yên berê ava bibe.

Li gorî sîstemên berê, serokkomar divê Kurd be, serokwezîr şîa be û serokê parlamanto sunî be.

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Elî El-Beyder ji ajansa me re axivî û got: "Ya ku li Iraqê diqewime, gaveke ber bi avakirina reform û paqijkirina pêvajoya heyî ji hemû astengiyên ku mala niştimanî ya iraqî dikin ve ye. Dibe ku rewşeke paqijkirina partiyên siyasî be ku bi rêya destpêkirina planeke stratejîk a çaksazî ye û li gorî daxwazên gelê Iraqê be. Îro rewş cûda ye, Iraq êdî dizane ku li ku derê tevbigere. Ew partî jî êdî bi fikar in, ji ber vê yekê dibe ku neçar bimînin ku gavan bavêjin ku wê li gorî berjewendiyên wan bin."

'NAKOKIYÊN ŞÎA GIHAŞT PÊVAJOYA ŞIKANDINA HESTÎ'

Derbarê nakokiyên di navbera partiyên Şîa de, El-Beyder wiha got: "Hinek nakokiyên wan kesayetî ne wekî nakokiya di navbera Nûrî El-Malikî û Muqteda Sedir. Ev yek vedigere salên berê. Hinek jê îdeolojîk in, hinek bawerî ne û hinek jî girêdayî aliyê siyasî û nakokiyên ji bo berjewendiyan e. Zêdetir nakokî û zêdetir alozî sedemên nakokiyên aliyên Şîa ne. Ez bawer nakim ku gavên çareseriyê hebin, krîzên kûr hene û di nava mala şîayan de rûdinin heta ku gihîştin asta şikandina hestî. Dozên cewherî di hundirê mala Şîa de hene, dibe ku di dema heyî de neyên çareserkirin. Helwesta birêz Muqteda Sedir girêdayî girêdana bi aliyên biyanî û çekan û lawazbûna heybeta dewletê ji aliyê komên çekdar ve. Ev doz qonaxî ne, dibe ku bighêjin asta şikandina hestî di navbera aliyên binakok de, ji ber vê yekê bawer nakim ku alozî bi rêbazên xweş û diplomatîk werin çareserkirin."

Piştî êrişa Amerîkayê ya sala 2003'an, pirsgirêka mezhebî li Iraqê bû taybetmendiya pêvajoya siyasî ya Iraqê.

'ÎRAN MALA ŞÎE JINÛVE AVA DIKE'

Îran jî derbasî xeta aloziya siyasî ya Iraqê bû. Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê Îsmaîl Qanî êvara duşemê serdana bajarê Necef kir û bi Sedir re civiya.

Hate ragihandin ku "Di hevdîtinê de Qanî got, ew qebûl nakin girêbesta Mala Şîa têk biçe û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste çareserî pêk were ku aliyên alîgirên Îranê di nav hevgirtina heyî de bimînin û ew rê nadin tu hewldanekê ji bo wan dorpêç bikin an jî îzole bikin."

Derbarê vê yekê El-Beyder wiha got: "Îran hewl dide mala şîayan ji nû ve ava bike bi awayekî ku li gorî qonaxa niha û li gorî rola xwe ya li Iraqê û bandora wê be, ku bi taybetî di asta gel de piçekî lawaz bûye."

El-Beyder got: " Ev dane nîşan didin ku Îran qebûl nake ku kesek behsa rol û helwesta wê li Iraqê bike, ji ber wê jî mijar bi hebûna wê li Iraqê ve girêdayî ye, ku wek karekî destkeftî û jêneveger dibîne, lew ra hewl dide danûstandina bi welatên rojava re yan jî bi welatên erebî re bike, da ku li Iraqê tawîzan bide, çiqas bandora wê li Iraqê zêde bibe, ew qas destkeftiyên wê jî zêdetir dibin, çi di asta fişara ereban de be, çi jî di asta rewşa wê ya aborî de be."

ANHA