Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hêzên me taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wê taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kiriye û li taxê û taxên derdorê operasyonên lêgerînê destpê kirine da ku çeteyan bigirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna ewlehiyê li herêmê bi giştî da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hêzên me taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kir
22 ÇILE, 2022   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî geşedanên dawîn ên li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Şaneyên DAIŞ`ê şeva pêncşemê êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kir. Destpêkê erebeyeke bombebarkirî li derdora girtîgehê teqand, piştre çeteyan di nava taxên nêzî girtîgehê de belav bûn û êrişî hêzên ewlehiyê yên berpirsîn parastina girtîgehê kirin da ku çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgeha Sîna de îsyan kirine, birevînin.

Hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êriş şikand û gelek çeteyên terorîst girtin ku êriş pêk anîn. Her wiha operasyonên lêgerînê li dijî çeteyên xwe di taxên li derdora girtîgehê de veşartin, destpê kirin. Di encamê de 7 endamên me birîndar bûn û endamê me Xalid Ilêwî şehîd bû. Her wiha 3 sivîl şehîd bûn ku nehiştin çeteyên DAIŞ`ê derbasî taxan bibin.

Hêzên me taxa Xiwêran bi giştî dorpêç kir. Operasyonên lêgerînê li taxê û taxên derdorê ji bo girtina çeteyan berdewam in. Em soz didin gelê xwe ku şopdarên şehîd û birîndarên xwe bin da ku ewlehî li herêmê bi giştî pêk were.”

(şx)