Bijîşkên Berxwedana Serdemê di nava hovîtiya dijmin û rizgarkirina birîndaran de têdikoşiyan

Ji bo rizgarkirina kesên ku bi topên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyawî de birîndaran dibûn û şehîd dibûn, ji bijîşkan dihat xwestin ku hîn baldartir tevbigerin û parastina jiyana wan bikin.

Bijîşkên Berxwedana Serdemê di nava hovîtiya dijmin û rizgarkirina birîndaran de têdikoşiyan
Bijîşkên Berxwedana Serdemê di nava hovîtiya dijmin û rizgarkirina birîndaran de têdikoşiyan
Bijîşkên Berxwedana Serdemê di nava hovîtiya dijmin û rizgarkirina birîndaran de têdikoşiyan
Bijîşkên Berxwedana Serdemê di nava hovîtiya dijmin û rizgarkirina birîndaran de têdikoşiyan
22 ÇILE, 2022   03:33
ŞEHBA

Ruxmî dengên top û guleyên li ser gelek gund û bajaran kantona Efrînê, lê dîsa jî bijîşkan dev ji xebata xwe berneda û bi hemû derfetên xwe birîndar derman dikirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çileya 2018`an ji 8 aliyan ve êrişî kantona Efrînê kir.

Li kêleka berxwedana YPG û YPJ`ê û gelê kantonê, doktor û rojnamevanan jî roleke diyarker lîst û 58 rojan li ber xwe da.

Di encama topbaranê de nuqteyên tibî, nexweşxaneyên meydanî û nexweşxaneyên giştî tijî birîndar bûn.

KADROYEKÎ TENDURISTIYÊ LI ENIYÊN ŞER ŞEHÎD BÛ

Di salvegera 4`an a êrişên artêşa Tirk li ser kantona Efrînê, ajansa me hevdîtin bi kadroyên tenduristiyê Dilovan Sîdo û Mihemed Aslan re çêkir. Her du kadroyên li nexweşxaneya Avrîn dixebitîn, zor û zehmetiyên di dema êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê de, anîn ziman.

Ruxmî ku ew alîkarê neşterkariyê bûn, lê ji ber ku hejmara birîndaran zêde bû û hejmara bijîşkan jî kêm bû, her wiha di encama ambargoya li ser kantonê de ku hewcedariyên tibî jî kêm bûn, Dilovan Sîdo û Mihemed Aslan neçar man ku bi xwe neşterkariyê bikin û birîndaran rizgar bikin.

Dilovan Sîdo destnîşan kir ku di saetên destpêkê ji êrişên artêşa Tirk de, hemû birîndarên sivîl jin û zarok bûn, bi vê yekê dagirkeran xwest vîna şêniyan bişkîne.

Dilovan Sîdo ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî 20 rojan ji êrişên dijwar û domdar ku ji gelek aliyên kantona Efrînê ve pêk dihatin, rewş kambax bû, nexweşxaneyên meydanî, nuqteyên tibî, nexasim nexweşxaneya Avrîn, ji ber hejmara zêde ya birîndaran û kêmbûna hejmara bijîşk û dermanan zehmetî kişandin, ji ber ku beriya êrişan kantona Efrînê ji gelek aliyan ve hatibû dorpêçkirin."

Di encama topbarana artêşa Tirk de hemşîreyê bi navê Şiyar Hacî dema 6`ê Sibata 2018`an li navenda navçeya Cindirêsê birîndar derman dikir, şehîd bû.

Xebatkarên di qada tibî de ne tenê di beşa xwe de dixebitîn, lê belê neşterkarî jî dikirin, ji ber ku hejmara birîndaran zêde bû.

Li NEXWEŞXANEYÊ XEBATÊN WAN NE SÎNORDAR BÛ

Dilovan Sîdo destnîşan kir ku ji ber hejmara zêde ya birîndaran wan gelek xebatên tenduristiyê dimeşandin.

Sîdo wiha dewam kir: "Ji ber topbaranê, rewşa dijwartir dibû û hejmara birîndaran jî zêdetir dibû, birîndar ji bo nexweşxaneya Avrîn dihatin şandin, lê tişta balkêş û hovîtiya dagirkeran nîşan dida jî ew bû ku birîndar di rê de jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dihatin hedefgirtin."

ARTÊŞA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ BI KAR ANÎ

Ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên wê li hemberî berxwedana YPG û YPJ`ê tengav dibûn, çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar anîn. Li gorî bijîşkan û kesên peywendîdar, ev yek li navçeya Cindirêsê û Şiyê hate pêk hat.

Sîdo li ser vê yekê ev axaftin kir: "Ji sedî 90 birîndar û şehîd bi çekên giran hatibûn hedefgirtin. Di heman demê de gelek caran artêşa Tirk li navçeyên Cindirêsê û Şiyê gazên jehrî bi kar anîn û wê demê li ser dezgehên ragihandinê hatin belgekirin."

Dilovan Sîdo di dawiyê de got, piştî dewleta Tirk di şikandina berxwedana welatiyan û şervanan de têk çû, çekên kîmyewî li dijî herêmê bi kar anîn.

DI DERBEYÊN DESTPÊKÊ ZAROKÊN EFRÎNÊ BÛN QURBAN

Endamê Rêveberiya Beşa Hemşîretiyê Mihemed Aslan axivî û got, di saetên destpêkê ji êrişên dewleta Tirk, gelek sivîl birîndar bûn, piraniya wan jî jin û zarok bûn. Hin birîdaran lingê xwe û hinan jî destên xwe wenda kirin.

Aslan serpêhatiyeke ku li pêşiya çavên wî çêbûye, anî ziman: "Di êrişên artêşa Tirk de, helbet mirov birîndarên rewşa wan giran in dibîne, lê ne wekî zarokê 7 salî yê li navçeya Raco ye ku dema ji xwe dilîst di encama topa ku li kêleka wî ketiye de, lingê wî qut bû û şehîd bû."

Aslan wiha berdewam kir: "Me bi saetan li nexweşxaneyê xizmeta birîndaran dikir û li kêleka hevalê xwe Mihemed Înan, min nişterkarî jî kir û ew emeliyet bi serkeftî xelas bû."

Aslan piştrast kir ku kêmbûna dermanan û hewcedariyên tibî li nexweşxaneya Avrîn bandor li karê tenduristiyê dikir, her wiha da zanîn ku vê yekê bandoreke neyinî li dermankirina birîndaran jî dikir.

LI EFRÎNÊ NUQTEYÊN TIBÎ DIHATIN HEDEFGIRTIN

Artêşa Tirk beriya çend rojan ji dagirkirina bajarê Efrînê, bi topavêjan nexweşxaneya Avrîn a tijî birîndar û şehîd hedef girt, di encamê de gelek sivîl şehîd bûn.

Aslan diyar kir ku dema wan emeliyet çêdikir, nexweşxaneya Avrîn hate hedefgirtin, lê dîsa jî bijîşkan dev ji birîndaran berneda.

Hemşîre Mihemed Aslan got, heta kêliya dawî ew xebitîn û ji bo rizgarkirina welatiyan hemû hewldanên xwe kirin. Aslan Mihemed di dawiyê de piştrast kir ku ruxmî zehmetiyên ku li kantona Şehbayê di nexweşxaneya Avrîn de dikişînin, lê ew ê li ber xwe didin.

(eh)

ANHA