Gaziyên şer:Radestnekirina cenazeyên şehîdan plana Tirkiyê ye

Endamên Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, radestnekirina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK'ê ve ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên kolandina goristana şehîdan ne dûr e.

Gaziyên şer:Radestnekirina cenazeyên şehîdan plana Tirkiyê ye
22 ÇILE, 2022   02:26
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Roja çarşema borî, li gel serme û barîna berfê,  endamên Federasyona Gaziyan  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvendê ya li Sêmalkayê ya bi banga wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, dewr girtin.

Endama Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Azî Dalaho got: "Çalakiya kon ket roja xwe ya 107'an, PDK'ê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake. Tev vî yekê jî PDK'ê deriyê Pêşxabûr girt û li beramberî vekirina derî, şertê bidawîkirina çalakiyê danî."

.

Azî Dalaho diyar kir ku tevî bangan, lê PDK'ê hîna bersiva bangên çalakgeran nedaye, lê derî jî girtin û wiha domand: "Kiryarên PDK'ê ji siyasetên dewleta Tirk a faşîst ne dûr e. Dewleta Tirk a faşîst goristanên şehîdan dikole, di heman demê de PDK'ê qebûl nake cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike. Dewleta faşîst a Tirk û PDK'ê vî kiryarî wekî şerekî dirûnî û fîzîkî li dijî gelên herêmê pêk tîne."

Li ser radestnekirina cenazeyên şehîdan, Azî Dalaho got: "PDK'ê ya ku îdiaya kurdîtiyê dike, şerê taybet li ser gelê Kurd dimeşîne, bi hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst û îstîxbarata Tirk şerê kurdan dike da ku destkeftiyên wan tune bike."

Azî Dalaho diyar kir ku Federasyona Gaziyan 3 caran beşdarî çalakiyê bûn û diyar kir ku ku PDK'ê sedema radestnekirina cenazeyên şehîdan eşkere nekiriye, lê di siysetên xwe de bi israr e.

Azî Dalaho di dawiyê de got: "Em  gaziyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe me perçeyek ji laşê xwe da, em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî siyaset û xiyaneta PDK'ê bisekinin. Ji ber ku kiryarê wê dikevin xizmeta faşîzma Tirk û nakevin xizmeta gelê Kurd. Ji gelê Başûr tê xwestin ku zextê li PDK'ê bike heta ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin. "

Endamê Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Şêr diyar kir ku çûna wan a deriyê Sêmalkayê ji bo piştgriya çalakgeran û banga radestkirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re ye. Elî Şêr nerazîbûn nîşanî kiryarên PDK'ê da û bang lê kir ku sedema radestnekirina cenazeyên şehîdan eşkere bike.

Elî Şêr bi domdarî got: " Sedema ku PDK'ê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake ji her kesî re eşkere ye, an bi cenazeyan lîstine, an jî radestî faşîzma Tirk kirine an jî şewitandine.  Radestnekirina cenazeyên şehîdan planeke Tirkiyê ye da ku şerekî birakujiyê derxîne. Ev jî rûreşiyek e. "

Şêr anî ziman ku gerîlayên li Xelîfanê ji bo parastina mirovahî, azadî û rûmeta gelan şehîd bûn û got: "Em ê di bin vî konî de bin heta ku cenazeyên şehîdan werin radestkirin."

Elî Şêr bang li rêxistinên mirovî kir: "Em gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî barîna berfê di bin vî konî de ne. Em bang li tevahî mirovahiyê dikin ku bi daxwazên çalakgeran re bin, zextê li hikumeta Başûr bikin heta ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike."

ANHA