ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-01-2022
22 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 110'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo rizgarkirina kesên ku bi topên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyawî de birîndaran dibûn û şehîd dibûn, ji bijîşkan dihat xwestin ku hîn baldartir tevbigerin û parastina jiyana wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sal derbas dibin lê birîna komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li pey xwe hiştine, nakewin. Dîmenên komkujiya Turindê hîna di hişê şahid û qurbaniyên wê de zindî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Qebîleya Cibûr, Fewaz El-Zobi bang li gelê herêmê kir ku ji bo têkbirina planên DAIŞ û piştevanê wê yê sereke dewleta Tirk a dagirker hevgirtina xwe ava bikin û piştgiriyê bidin hêzên parêzvanên herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Berdevkê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferzende Munzur  diyar kir ku xistina PKK'ê nava "lîsteya terorê" berdewama komploya navneteweyî ya li ser Kurdistanê ye û got, rakirina qedexeya li ser partiyê gaveke ber bi pêkanîna edaletê li cîhanê ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên ku ji çêkirina sînoran têr nebûne, niha jî bi ambargoyan teslîmiyetê ferz dikin. Herêmek ji çar aliyan ve hatiye dorpeçkirin, ev 12 sal in armancên wan aliyan têk dibin, lê ruxmî vê jî dagirker liber xwe nakevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin, radestnekirina cenazeyên şehîdan ji aliyê PDK'ê ve ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên kolandina goristana şehîdan ne dûr e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li Iraqê aloziya siyasî ya girêdayî lihevkirinên li ser avakirina hikumeta bê berdewam dike, di heman demê de nakokî di navbera partiyên Şîeyê de hene. Ev dide nîşandan, ku kotayê di hemû mezheban bi xwe de kûr bûye. (BI WÊNE).

ANHA