​​​​​​​Di êrişa DAIŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 sivîl şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa DAIŞ`ê daxuyaniyek da û got “Me taxa Xiwêran bi temamî dorpêç kiriye. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de endamekî me şehîd bûye û 7 jî birîndar bûne. 3 sivîl jî bi destê çeteyan hatin şehîdxistin.”

​​​​​​​Di êrişa DAIŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 sivîl şehîd bûn
21 ÇILE, 2022   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bûyerên dawîn ên li derdora girtîgeha Xiwêran û operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ`ê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Komeke endamên şaneyên DAIŞ`ê duh bi şev êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê kir. Destpêkê erebeyeke bombebarkirî teqandin û endamên şaneyan di nav taxên nêzî girtîgehê de belav bûn. Piştre êrişî hêzên ewlehiyê yên berpirsên parastina girtîgehê kirin, da ku çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehê de îsyan kiriye, birevînin.

Hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişên çeteyan têk birin û dest bi operasyonên lêgerînê kir.

Di encamê de 7 endamên me birîndar bûn, endamekî me Xalid Ilêwî şehîd bû. Her wiha 3 sivîl bi destê DAIŞ`ê hatin şehîdxisitn, dema ku çeteyan hewl dida xwe di nav taxên nêzî girtîgehê de veşêrin.

Hêzên me taxa Xiwêran bi temamî dorpêç kir. Me li taxê û taxên derdorê operasyonên lêgerînê dan destpêkirin. Operasyonên me heta girtina hemû çeteyan dê berdewam bikin. Em soz didin gelê xwe ku şopdarên rêya şehîdan bin da ku ewlehiya li herêmê biparêzin.”

(şx)