Artêşa Tirk gundên Şêrawayê kirin hedef, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker gundên Meyasê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa bi fûzyeyên TOW kirin hedef, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Artêşa Tirk gundên Şêrawayê kirin hedef, 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
21 ÇILE, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Meyasê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa bi fûzyeyên TOW kirin hedef.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me di encama hedefê de, 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li gundê Meyasê birîndar bûn.

ANAH