QSD: Çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Xiwêran de xwe bi xwe hev du dikujin

Komek ji çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha Xiwêran zêdetirî 7 çeteyên din ku hewldan xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk bibin, kuştin.

QSD: Çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeha Xiwêran de xwe bi xwe hev du dikujin
21 ÇILE, 2022   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ragihand ku komek çeteyên DAIŞ'ê yên li girtîgeha Xiwêran zêdetirî 7 çeteyên din ku dixwestin xwe radestî QSD'ê bikin, kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê her wiha piştrast kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê nehêştin ku zêdetirî 289 malbat ji taxa Zihûr a rojavayê girtîgehê biçin herêmên ewle yên di bin kontrola QSD`ê de.