Şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên QSD'ê de didome

Duh bi şev komeke çeteyên DAIŞ'ê li dijî girtîgeha li taxa Xiwêran a Hesekê bi bombeyan êrişek pêk anî û piştre hin çete ketin girtîgehê. Li ser vê yekê şer derket û hê jî dewam dike.

Şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên QSD'ê de didome
21 ÇILE, 2022   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev şaneyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Xiwêran a li Hesekê kiribû û şer dest pê kiribû. Şer ji duh ve berdewam dike.

Komeke çeteyên girtî piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgehê kir, hewl dan birevin, lê hatin girtin. Di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de, çeteyên ku nekarîn birevin, ketin avahiyên li nêzî girtîgehê. Di navbera QSD'ê-Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên ketine avahiyan de şer didome.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û hîna nayê zanîn ka çend çeteyên girtî reviyane û çend çeteyan ji derve êriş kiriye.

Hewldanên nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo darizandina zêdetirî 10 hezar çeteyan berdewam in lê bersiveke erênî jê re nayê dayîn. Her wiha rêveberiya herêmê gelek caran îşaret bi metirsiya şaneyên DAIŞ'ê kiribû.

Rêveberiya Xweser û QSD'ê hişyarî dabûn ku hêzên destekê didin DAIŞ'ê yên wekî dewleta Tirk, li herêmê tev digerin û diyar kiribû ku hewldanên vejandina DAIŞ’ê zêde bûne.

ANHA