‘Aloziya Ukraynayê bandorê li aloziya Sûriyê jî dike’

Ji ber ku dewleta Tirk mîna hevalbendên din ên NATO`yê piştgirî da Ukraynayê, Rûsyaym êrişên li ser herêmên Sûriyê yên dagirkirî zêde kirin. Lêkolîner Dr. Ehmed El-Dirzî diyar kir ku dibe ku li herêmên dagirkirî guhertineke bingehîn çêbe heke dewleta Tirk li rex hêzên rojavayî li dijî Rûsyayê bisekine.

‘Aloziya Ukraynayê bandorê li aloziya Sûriyê jî dike’
21 ÇILE, 2022   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Sûriye bûye qada tesfiyekirina hesabên di navbera hêzên cîhanê de, ji lewma ne mimkun e rageşî û nakokiyên di navbera hêzên li Sûriyê de kêm bibin. Ev jî rasterast bandorê li rewşa Sûriyê dike.

Mudaxeleya Tirkiyê di aloziya Ukraynayê de nakokiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de geş kir.  Ji ber ku Rûsya piştgiriya hikumeta Şamê dike û Tirkiyê jî destekê dide komên çeteyan û Heyet Tehîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku di lîsteya terorê de ye).

Tirkiye di salên dawîn de balafirên bêmirov ên “Bayraktar" firotin Ukraynayê û vê yekê hişt ku Rûsya aciz bibe.

26`ê Cotmeha derbasbûyî de balafirên bêmirov ên Ukraynayê ku Tirkiyê çêkirine, êrişeke hewayî pêk anî û obuseke rûsî ku alîgirên Rûsyayê bi kar dianî, kir hedef.

Ji bo Rûsyayê ev yek nîşaneke din bû ku Ukrayna cebilxaneya xwe xurt dike da ku hevsengiya leşkerî li herêmê biguhere, ji ber ku êrişên balafirên bêmirov ji bo demekê rawestiyan û Kîevê balafirên xwe yên tirkî tenê ji bo keşfê bi kar anîn.

Tiştê ku rageşiyê zêde dike ew e ku Tirkiye û Ukrayna ne xwedî hevpeyman in ku destûrê bide Kîev balafirên xwe wekî ku dixwaze bi kar bîne. Lê her du welat dixwazin fabrîqeyeke dronan li Ukraynayê jî ava bikin, ev yek bû sedem ku Rûsya gavên leşkerî li dijî Tirkiyê biavêje.

PEYAMÊN RÛSYAYÊ JI TIRKIYÊ RE

Rûsyayê dawiya 2021`an û destpêka 2022`yan êrişên li dijî “herêma bêçek” nexasim li nêzî baregehên artêşa Tirk, zêde kirin û li gorî çavdêran ev rageşî piştî ku Tirkiyê balafirên bêmirov firotin Ukraynayê û wê jî pê ukraynayiyên alîgirên Rûsyayê kirin hedef, derket.

16`ê Çileyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên Rûsyayê 4 caran êrişên hewayî birin ser herêma di navbera bajarokê Fitîra û Kensefra yên li çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê de ku baregehên artêşa Tirk li wê herêmê hene.

Li aliyekî din jî SOHR`ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê top avêtin baregeha Tirkiyê ya li bajarokê Kensefra.

Li gorî çavdêran, Rûsya ji êrişên xwe di vê demê de bi taybet dixwaze peyaman bide Tirkiyê ku têkilî aloziya Ukraynayê bû.

IDLIB… KARTA ZEXTA RÛSYAYÊ

Têkildarî mijarê lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed Dirzî ji ajansa me re axivî û got: "Heta ku mirov rewşa heyî binirxîne, divê li rewşa giştî ya herêmê û cîhanê ya zêdekirina êrişên leşkerî yên Rûsyayê ji herêmên hesas ên Idlibê binêre. Ev ji çarçoveya nakokiyên navneteweyî mezin nayê qutkirin, nexasim piştî tedbîrên Washingtonê ji bo dorpêçkirina Rûsyayê li zêdetirî herêmekê girtine û hevkarîkirina Tirkiyê ku li Rûsyaya navîn, Ukraynayê û herêmên din xwedî komeke kaxizên hêzê ye, da ku zextê li Rûsyayê bike ji bo hevkariya bi Çînê re bi dawî bike."

Dr Ehmed Dirzî ev li axaftina xwe zêde kir: "Piştî Washingtonê tev li projeya kişandina xeta gazê ji Deryayê Spî ber bi Ewropayê ve ku di navbera Misir, Îsraîlê, Qubris û Yunanistanê de ye da ku zextê li îtxala gaza rûsî ji Ewropayê re bike ku jêdereke sereke ya debara Rûsyayê, guhartineke mezin çêbû. Tişta li Idlibê tê kirin şeklek ji şeklên rageşî û zexta li ser Tirkiyê û DYA`yê ye ku parastina komên terorîst û çekdarên li Idlibê dike ku niha di bin sîwana parastina Amerîkayê de ye û Idlibê keleheke ji kelehên oposîzyona sûrî dibîne."

Girêdayî girêdana vê nakokiyê bi nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi taybet li gel ku Rûsya ji peymana balafirên Tirkiyê ne razî bû El-Dirzî got: “Îmeratoriya Rûsyayê ji Kievê dest pê kir. Yanî em nikarin her du welatan ji hev cuda bikin. Lê nakokiyên neteweyî yên taybet li rojavayê Ukraynayê hene. Bikaranîna vê yek ji aliyê DYA`yê ve, danîna baregehên moşekan nêzî wê herêmê, ku dê di çend deqeyan de bigihêje Moskovê, hişt Rûsya di helwesta xwe de hişktir be û DYA`yê neçarî pêkanîna sozên devkî yên ku Washingtonê dane Boris Yeltsin bike. Da ku li rojhilatê Ewropayê dirêj nebe. Lê Washingtonê sozên xwe neanîn cih û li heft dewletan cih ji xwe re çêkir niha jî hewl dide bigihêje Ukraynayê da ku wê tev li NATO`yê bike.”

El-Dirzî daxuyand ku ji bo Rûsyayê Ukrayna mijara man û nemanê ye û wiha domand: “Ji vir mijar bi bûyerên li Idlibê ve girêdayî ye. dibe di pêvajoyên bê de girêdayî gelek herêmên din be. Di mijara Ukraynayê de hevrikî tune ye lê belê nakokiyeke mezin heye.”

Çavdêr diyar dikin ku aloziya li Sûriyê heta radeyeke mezin bi nakokiyên navneteweyî ve girêdayî ye. Têkildarî encamên nakokiya Rûsya û Tirkiyê li ser dosyaya Sûriyê El-Dirzî got: “Ev nakokiya mezin teqez bandorê li Sûriyê dike. Rûsya li benda siyasetên Tirkiyê ye ku gelo dê xwe bide aliyê DYA`yê lê na. Recep Tayyîp Erdogan dema ji Sîrbyayê vegeriya got ruxmî dîrokê û erdnîgariya Tirkiyê lê ew girêdayî YE`yê ye. Dê hewl bide tev li YE`yê bibe. Ev rastiyeke ku Erdogan pêwîstiya YE`yê bi Tirkiyê di nakokiya xwe bi Rûsya û Çînê re bi kar tîne.”

El-Dirzî wiha pê de çû: “Yanî wek encam dibe ku helwesta Rûsya li hember Enqere ji vê hişktir be û fişarên din li Tirkiyê bike da ku pabendî peymaman bibe ku di Adara 2020`an de ji bo vekirina rêya M4 û hemû lihevkirinên girêdayî bakurê Sûriyê pêk bîne.”

Di 5`ê Adara 2020`an de serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan re lihevkirina agirbestê li Idlibê îmze kir.

‘TÊKILIYÊN MOSKOV Û ENQEREYÊ BI TÊKILIYÊN ENQERE Û WASHINGTONÊ VE GIRÊDAYÎ NE’

Girêdayî çarenûsa lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Dirzî got: “Heta guhertinên ku dibe di têkiliyên navbera Enqere û Washingtonê de zelal nebin, em nikarin têkildarî pêşeroja lihevkirinên Tirkiyê û Rûsyayê pêşbiniyan bidin. Heke Enqereyê ragihand ku ew ê bi eniya rojava re be, Rûsya teqez dê dev ji lihevkirinan berde û dibe ku guhertineke mezin di piştgiriya rizgarkirina Idlibê, Efrîn û heta herêmên bakurê Sûriyê bi giştî de çêbe. Wê rewabûna Şamê bi kar bîne ku dagirkeriya Amerîka û Tirkiyê red dike.”  

Di dawiyê de Dr. Ehmed El-Dirzî got: “Dibe ku ev rewş Rûsyayê neçar bike ku ji vê bêtir bi Îranê re li hev bike da ku Amerîkayê ji baregeha Tinefê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin. Em nikarin tiştekî bêjin heta ku têkiliyên di navbera DYA û Tirkiyê de zelal nebin.”

(şx)

ANHA