Şervanên YPG'ê qala Berxwedana Serdemê dikin

Şervanên YPG`ê yên ku beşdarî Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bûne, destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê armanca wan a sereke ye û diyar kir ku armanc ji êrişên li ser Efrînê qirkirina mirov, xweza û çandê ye.

Şervanên YPG'ê qala Berxwedana Serdemê dikin
21 ÇILE, 2022   08:33
HELEB – SOZDAR WEQAS

20`ê Çileya 2018`an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dijwartirîn êriş bi balafirên şer li dijî kantona Efrînê dan destpêkirin. Êrişê 2 mehan dewam kir.

Li beramberî van êrişan şervanên YPJ û YPG`ê, her wiha şêniyên Efrînê, berxwedaneke dîrokî raber kir û pêngava yekemîn a Berxwedana Serdemê 58 rojan dewam kir.

Bi berdewamkirina êrişan re bi dehan şervanan ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê berê xwe da kantona Efrînê da ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê destekê bidin şervan û şêniyan.

Şervanê YPG'ê Ezîz Sîpan ku ji pêkhateya Ereb e û ji bajarê Helebê ye, bi karwanê piştgiriyê berê xwe daye Efrînê. Di roja 4`an a êrişan de Ezîz Sîpan bi komeke şervanan re gihaşt Efrînê û li wir bûn 3 beş. Du beşan berê xwe da navçeya Racoyê û beşekê berê xwe da navçeya Bilbilê.

Ezîz Sîpan berê xwe da navçeya Bilbilê, çiyayê gundê Şêxzurzê. Sîpan ew kêlî bi bîr xist û got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de çekên pêşketî bi kar anîn. Mirov dikare bibêje ew êrişa qirkirinê bû; qirkirina mirov, xweza û çandê bû."

Ezîz Sîpan wiha domand: "Herêma me stratejîk bû. Ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êriş kir. Di encama wê de hin hevalên me şehîd bûn. Me heta dawiyê dev ji nuqteyên xwe berneda. Hêza me hebû ku em şer bikin û li ber xwe bidin. Berxwedana me berxwedaneke mezin bû û dîrok û cîhan şahidên wê ne."

Ezîz Sîpan wiha pêde çû: "Cudahî di navbera şerê bajar û gund de heye, bi taybet dema ku dijmin çekên pêşketî bi hevkariya çeteyan bi kar dianîn. Ji ber wê jî û ji ber êrişa li dijî me tevger û çûna me, ji cihekî ber bi cihekî din ve zehmet bû û heta ku hevalên me birîndar dibûn me zehmetî di rakirina wan de didît."

Sîpan diyar kir ku 13 hevalên wan bi hev re dema ji nuqteyekê ber bi nuqteyeke din ve diçûn, şehîd bûn û got: "Balafirên dewleta Tirk ew kirin hedef.”

Ezîz Sîpan di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Gelek caran pêwendî di navbera me û eniyên din de qut dibû. Ji ber wê jî me gelek caran me zehmetî di tevgerê de didît. Ji ber ku me erdnîgariya gundewarên Efrînê nas nedikir."

Sîpan cihê xwe di eniyên berxwedanê yên li gundê Omer Simo, Şêxzurzê, Bilbilê, Çolaqa, Xidiryo û Sereyo de girtiye.

Ezîz Sîpan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Efrîn girîng e û rizgarkirina wê armanca wan a sereke ye.

'EM DEV JI EFRÎNÊ BERNADIN'

Çiyazan Kobanê ji şervanên ku efsaneyên lehengiyê li Efrînê nivîsandin, bi van gotinan çîroka Berxwedana Serdemê vegot: "Meha Sibatê anku piştî 10 rojan ji destpêkirina êrişan, em tev li Berxwedana Serdemê bûn. Me bi moraleke pir bilind berê xwe da Efrînê da ku destekê bidin şervan û şêniyan."

Çiyazan Kobanê li eniya gundê Dimliyo cihê xwe di nava berxwedanê de digire û bi 3 hevalên xwe re li hember dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide. Çiyazan Kobanê wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker top û balafir li dijî me bi kar anîn. Me bi çekên sivik û topan li ber xwe da. Ji ber wê jî û ji ber dijwariya êrişan diviyabû ku em xwe dabeşî komên biçûk bikin da ku parastina xwe bikin û dijmin cihê me keşif neke."

Çiyazan Kobanê got: "Gelek caran cebilxaneya me xilas dibû û bi zehmetî digihaşt me. Lê vê yekê îradeya me li hember dijmin lawaz nedikir."

Şervanê YPG'ê Çiyazan Kobanê tevî 4 hevalên xwe birîndar dibe. Çiyazan Kobanê der barê vê yekê de wiha axivî: "Em 5 kes di nuqteyekê de li gundê Dimliyo bûn. Me cihê xwe li gund girt. Rojekê êrişa li dijî me dijwar bû û bi obusan cihê me hate topbarankirin. Di wê demê de hemû birîndar bûn. Birîna hinan ji me giran bû. Me alîkariya hev kir û xwe rizgar kir.”

Çiyazan Kobanê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê şervan topbaran dikirin, lê belê sivîl jî û bi dehan komkujî li dijî wan pêk anîn û her wiha şûnwar jî topbaran dikirin.

Çiyazan Koban bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em ê vegerin Efrînê. Em dev jê bernadin. Em her tim amade ne ku wê û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin."

(bx)

ANHA