Li Hesekê hejmara kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê bû 5

 2 çeteyên din ên DAIŞ'ê ku êrişî girtîgeha Xiwêran a çeteyên DAIŞ`ê ya li Hesekê kir, hatin kuştin. Bi vê re hejmara çeteyên kuştî bû 5.     

Li Hesekê hejmara kuştiyên çeteyên DAIŞ’ê bû 5
21 ÇILE, 2022   08:06
HESEKÊ

Operasyonên Hêzên Antîterorê (YAT) yên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora girtîgeha Xiwêran û taxa Zihûr berdewam in. Duh bi şev li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên êrişî girtîgehê dikirin, operasyon dabûn destpêkirin.

Hêzên Antîterorê piştî şopandina tevgerên çeteyan li nêzî Fakulteya Aborî, 2 çeteyên din ên şaneyên DAIŞ'ê yên ku êrişî girtîgeha Xiwêran a çeteyên DAIŞ'ê dikir, kuştin.

Hejmara çeteyên DAIŞ`ê yên di operasyonan de hatine kuştin, gihaşt 5`an.

Duh bi şev li Hesekê gelek teqîn çêbûn û piştî wê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi hewldana ku xwe bigihînin deriyê rojava yê girtîgeha Xiwêran, êrişî girtîgehê kir da ku çeteyan ji girtîgehê birevînin.

Şaneyên DAIŞ'ê erebeyek û motorsîklêtek li nêzî deriyê sereke yê girtîgehê teqandin.

(dx)

ANHA