ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2022
21 ÇILE, 2022   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 109'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên YPG`ê yên ku beşdarî Berxwedana Serdemê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bûn, destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê armanca wan a sereke ye û diyar kirin ku armanc ji êrişên li ser Efrînê qirkirina mirov, xweza û çandê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Reqayê gotin, ew "lihevkirinan" red dikin û wekî êrişekê li djiî gelê Sûriyê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanên herêmî roleke mezin di ragihandina rastiya berxwedana dîrokî ya li Efrînê li hember destwerdana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de list û dengê berxwedana Efrînê bi cîhanê da hesandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li herêma Cizîrê dewam dike. Endameke Tevgera Ciwanên Şoreşger got: "Parêznameyên rêber Apo ji bo gelan e, erka me ye ku em bigihêjin destên wan." Li aliyekî din şêniyekî ji gundê Xirbêt Iniz got: "Ji bo PKK`ê, min dixwest bi xwîna xwe îmze bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên ku ji çêkirina sînoran têr nebûne, niha jî bi ambargoyan teslîmiyetê ferz dikin. Herêmek ji çar aliyan ve hatiye dorpeçkirin, ev 12 sal in armancên wan aliyan têk dibin, lê ruxmî vê jî dagirker liber xwe nakevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serkreterê Giştî yê Kongreya Daîmî ya Federal Dr.Alfred Riachi diyar kir ku pergalên zordest di birêvebirina pirrengiyê de bi bin ketin. Her wiha got, pêwîstiya Sûriyê bi tecrubeya Rêveberiya Xweser heye ku dişibe modela Swîsreyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nivîskar û rojnamevanê misirî Îlhamî El-Milêcî li ser xistina navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de got: "Vê partiyê doza gelekî girtiye ser xwe û bi armanca têkbirina çeteyên DAIŞ`ê bi roleke aktîf rabû. Ji lewma hêvî dikim ku cîhan û civaka erebî tev li kampaniyên derxistina navê partiyê ji lîsteya terorê bibin." (BI WÊNE).

-Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Mihemed Elî bang li desthilata Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike û deriyên sînor bike û got: "Girtina derî nakeve xizmeta gelê Kurd." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Kirîza aborî ya ku Tirkiye û Ermenistanê dikişînin, wan ber bi derbaskirina nakokiyên bi salan ve dibe. ji lew re di hefteya derbasbûyî de dest bi diyalogan kir. Têkildarî vê yekê rojnamevanekî ermenî normalîzekirin misoger e û got, her du alî dixwazin komkujiyên Ermeniyan binixumînin. (BI WÊNE).

ANHA