Hewldana êrişekê li dijî girtîgeha çeteyên DAIŞ'ê hate têk birin

Hêzên ewlekariyê hewldana şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê ku xwest xwe bigihîne girîgeha DAIŞ'iyan a li Hesekê têk bir.

Hewldana êrişekê li dijî girtîgeha çeteyên DAIŞ'ê hate têk birin
20 ÇILE, 2022   18:51
HESEKÊ

Şaneyeke çeteyan hewl dan  xwe bigihîne girîgeha çeteyên DAIŞ'ê ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê  û êriş bike.

Piştî dengê teqînan ku ji aliyê rojavayê girtîgehê hate bihîstin, hêzên ewlekariyê yên girîgehê bersiv dan û hewldana wan a gihaştina deriyê girtîgehê têk birin. Di encamê de di navbera şaneyê û hêzên ewlekariyê de şer derket.

Li taxa Xiwêran û derdora girtîgehê liv û tevgereke mezin a hêzên leşkerî û ewlehiyê heye. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser girtîgehê digerin.

Hêjaya bibîrixstinê ye ku derdora 5 hezar çete di girtîgehê de hene.

ANHA