Di çalakiya Pirtûkxaneya Gerok de…`Ji bo PKK min dixwest bi xwîna xwe îmze bikim`

Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok li herêma Cizîrê dewam dike. Endameke Tevgera Ciwanên Şoreşger got: "Parêznameyên rêber Apo ji bo gelan e, erka me ye ku em bigihêjin destên wan." Li aliyekî din şêniyekî ji gundê Xirbêt Iniz got: "Ji bo PKK`ê, min dixwest bi xwîna xwe îmze bikin."

Di çalakiya Pirtûkxaneya Gerok de…`Ji bo PKK min dixwest bi xwîna xwe îmze bikim`
21 ÇILE, 2022   00:35
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

16`ê Çileyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” û kampanya “Edalet Ji Bo Kurdan” de çalakiyek bi navê Pirtûkxaneya Gerok dest pê kir. Di plansaziya wê çalakiyê de dê pirtûkxane li her bajarok, navçe û bajarên herêma Cizîrê bigire.

Têkildarî mijarê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Majda Eyo diyar kir ku bi rêya vê çalakiyê wan asta girêdana gel bi rêber Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve dît û wiha domand: "Gelek şêniyan dema ku sedema çalakiya me nas kirin tev li çalakiyê bûn. Şênî çalakiya me bi erênî dinirxînin û hinek ji wan pirtûkên Rêber Ocalan bi sernavên cuda ji me dixwazin."

`RÊBER OCALAN RÊYA AZADIYÊ JI ME RE DA NASÎN`

Majda Eyo sedema destpêkirina çalakiyeke mîna Pirtûkxaneya Gerok di vê demê de eşkere kir û got: “Ji ber ku Rêber Ocalan ji bo her pirsgirêkeke gel di pirtûkên xwe de nirxandin kirine, di hemû pirtûk û anasîzê wî de gel heye, û analîzên wî ji bo hemû gelan e. Ji berê vê yekê me giringî û pêwîstiya çalakiyeyek bi vî awayî di vê demê de dît."

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de dibêje: "Çavkaniya herî xurt a hêzê civak bi xwe ye, xisûsek giring e ku mirov di zanista dîrok û civakê de guhertinê ne inkar bike ne jî zêde mezin bike. Civaka çandî ji civaka şareza mayindetir e, cewherê civakê û hebûna wê pêk tîne, civakeke ku ji aliyê çandî ve bi hêz pêkhatibe, şensê wê heye bi awayeke mayînde dewam bike."

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema rêbertî dest bi fikrê xwe kir, di ciwantiya xwe de bû. Ji ber wê şoreş bi ciwantî dest pê kir, bi vê sedemê em vî erkî li ser milên xwe dibînin.  Rêber Ocalan rêya azadiyê nîşanî me da."

Rêber Abdullah Ocalan têkildarî ciwanan wiha dibêje: “Ciwantiyeke ber bi azadiyê ve ketibe rê, zehmet e pêşî lê were girtin. Li serê sîsteman bela herî mezin ciwan in. Di tevahiya dîrokê de bi navê perwerdê ciwantî kirine qurban û tiştên ku aqil jê nagire û xeyal nayên kirin, bi ser de anîne."

`SERÊ ME BI CIWANÊN ME BILIND E`

/kr/uploads/files/2022/01/20/205604_img_0533.jpg/kr/uploads/files/2022/01/20/205604_img_0533.webp

Şêniyekî ji gundê Xirbêt Iniz a girêdayî bajarokê Girbawî Zubeyr Iniz ku pirtûkek rêber Abdullah Ocalan wergirt da zanîn ku beriya niha wî rêber Abdullah Ocalan dîtiye û gelek pirtûkên wî xwendine û wiha got: "Min naveroka wan pirtûkan ji xwişk, bira û zarokên xwe re vegotiye."

Zubeyr Iniz got: "Bi wergirtina vê pirtûkê ez dixwazim felsefeya rêber Apo bêhtir nas bikim, da ku em bêhtir li ser fikrê wî kar û xebatê bikin. Ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" min dixwest bi xwîna xwe îmze bikim"

Girêdayî çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Zubeyr Iniz wiha got: "Serê me bi ciwanên me bilind e."

Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî jî têkildarî rola tevgera ciwanan di Şoreşa Rojava de ji ajansa Nûçe Ciwan re axivîbû û wiha gotibû:" Di destpêka Şoreşa Rojava de Tevgera Ciwanan di avakirina sîstema parastina ewlekariya civakî de, heta di avakirina YPG û YPJ`ê de her tim û di her kêliyê de xebat û rol lîstiye. Bi vî awayî xebatên Tevgera Ciwanan li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê berdewamkirin."

ANHA