'Şêniyên Efrînê tu carî dev ji Efrînê bernadin'

Şêniyên herêma Efrînê diyar krin ku ew tu carî dev ji Efrînê bernadin û gotin: "Bû çar sal in di nav berxwedanê de ne, moralên me her tim bilind in û em ê berxwedanê bidomînin heya ku vedigerin cih û warê xwe."

'Şêniyên Efrînê tu carî dev ji Efrînê bernadin'
20 ÇILE, 2022   15:49
ŞEHBA

Di 20` ê Çileya sala 2018` an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê dan destpêkirin. Di encamê de nêzî sê sed hezar kes ji Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûn.

Şêniyên kantona Efrînê 20`ê Çileyê  ji xwe re weke rojek reş dibînin, her sal di vê rojê de meş li dardixin û sekina xwe li hember dijmin nîşan didin.

Derbara vê mijarê de îro  ji bo şermezarkirina êrişên li ser Efrînê,  şêniyên herêma Efrînê  ji ajansa me re axivîn.

Fikret Ebdelo got, efrîniyan 58 rojan li Efrînê li ber xwe dan û îro li Şehbayê  heman berxwedaniyê raber dikin

Fikret Ebdelo da zanîn ku şêniyên Efrînê wê berxwedana xwe li Şehbayê berdewam bikin heta ku vegerin Efrînê û wiha domand: "Em ê her tim li ser piyan bin.  Gelê Efrînê gelek berxwedêr e, em tu carî li hember êrişan bê helwest neman. Em ê her tim li ber xwe bidin."

Şerîf Mistefa jî got `` Dewletên hegemon dibêjin ku Kurd di Şehbayê de tune ne, ka bila îro li sekina gelê Efrînê û berxwedaniya wan di vê meşê de mêze bikin.``

 Şerîf Mistefa anî ziman ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe dixebite, heman demê ji bo azadiya gelên bindest tê dikoşe û şehîdan dide.

Meryem Cindo ji şêniyên kantona Efrînê ye jî got: "Gelê kantona Efrînê her tim bi sekna xwe tê nasîn, îro bi hezaran şêniyên Efrînê ji bo ku berxwedana xwe ji dijmin re nîşan bidin daketine qadan. ''

Meryem  Cindo her wiha got: ''Ruxmî ku ev bû çar sal in ji aliyê aliyên berpirsyar ve tu çareserî nehatiya danîn, lê şêniyên kantona Efrînê her tim berxwedana xwe xurt dike, tu carî dest ji Efrînê bernadin.

Meryem Cindo bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku ji bo êşa efrîniyan çavên xwe vekin û çareseriyekê daynin.

ANHA